Cenazeyê Baba Şêx li Şîxan tê veşartin

Cenazeyê Baba Şêx Xirto Îsmaîl li Goristana Şîxan a li Başûrê Kurdistanê tê veşartin.

Cenazeyê Baba Şêx li Şîxan tê veşartin
2 cotmeh, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx Xirto Îsmaîl (87)Lêvegerê Bilind ê Ola Êzidî û serokê Meclisa Ruhanî ye. Duh bi şev li nexweşxaneyeke Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê koça dawî kir.

Cenazeyê wî li Goristana Şîxan a girêdayî parêzgeha Dihokê li gorî ayînên ola Êzîdî bi tevlêbûna gelek oldarên Êzidî û olên din ên Başûr û Iraqê tê veşartin.

(fr)