Piştperdeya operasyona dijî HDP’ê û bûyerên 6-7-8 kewçêrê-1

Dewleta Tirk li dijî HDP’ê, bi hinceta bûyerên 6-7-8 Kewçêrê yên bo Kobanê operasyona qirkirinê daye destpêkirin û operasyon berdewam dikin, me jî ji bo we ka çawa pêvajo hate pêvajoya 6-7-8 kewçêrê, dijî êrîşên DAIŞ’ê helwesta Tirkiyeyê, nêrîna raya giştî ya cîhanê û berxwedana kurdan a dîrokî nirxand.    

Piştperdeya operasyona dijî HDP’ê û bûyerên 6-7-8 kewçêrê-1
2 cotmeh, 2020   08:54
UMUT AYDIN

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, sipêdeya 25’ê îlona 2020’ê, di çarçoveya vepirsînên der barê bûyerên 6-7-8’ê kewçera 2014’ê yên bo Kobanê de, li 7 bajaran biryara destbiserkirina 82 kesan derxist. Di çarçoveya doza bo piştgiriya Kobanê de 20 Endamên Desteya Rêveber ên HDP’ê hatin girtin. Siyasetmedar 4 rojan di bin lêpirsînê de hatin ragirtin û dema wan a destbiserkirinê 4 rojên din hate dirêjkirin.    

Lêpirsînê vê dozê berî salekê hatibû destpêkirin, doz ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman ve tê meşandin, Kocaman, balkêş e berî demekê ji bo daweta xwe çûbû Sarayê serdana Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan kiribû. Di çarçoveya vê dozê de berê îfadeya Hevserokên giştî yên HDP’ê Selahattin Demirtaş û Fîden Yukseldag hatibûn wergirtin. Demirtaş, ji ber doza jê tê darizandin hatibû berdan, lê heman rojê bi doza piştgiriya Kobanê hate darizandin û bi vê boneyê serbestberdana wî ya ji zindanê hate rawestandin.

Baş e, ev operasyona qirikirina siyasî piştî 6 salan tesadif e? Faşîzma AKP-MHP’ê  di nava van 6 salên borî de çima pirsyarnameyên parlamenterên HDP’ê der barê bûyerên 6-7-8’ê kewçêrê de pêşkêşî parlamenê kirine, bêyî ku pûkê pê bide, red kirin?  

Her weha Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê 7 parlamenterên HDP’ê de biryar da ku ji bo wan fezleke bête amadekirin da ku li parlamenê mafên wan ên parlamenteriyê ji wan bêne standin. Ev heft kes hingê di MYK’ya HDP’ê de bûn, niha bûne parlamenter. Serdozgeriyê der barê wan de biryara girtinê daye. 

Di 6-7-8’ê kewçêra 2014’ê de çi qewimîbû, kê çima xwest ser bûyerên wê demê bête girtin, ji bo em wan deman bînin bîra xwe û piştperdeya bûyeran aşkere bikin me xwest rêwîtiyeke kurt bo nav wê dîroka nêzik bikin. Ev yek ji bo ronîbûna bûyeran gelek giring e.

Bûyerên 6-7-8’ê kewçêrê di nav gel de wek “Serhildana Kobanê” tê zanîn, bi vê pêvajoyê re dewletê ji aliyê leşkerî, îdeolojîk, aborî û polîtîk ve pêvajoyeke nû ya tund û ser binemayê înkara kurdan da destpêkirin. 

Ew tabloya di 6-7-8’ê kewçerê de hate pêş tu kesî xeyal nedikir. Ji ber ku ev pêvajo wek karekter ne dişibiya serhildana 28’ê adara 2006’ê ne jî dişibiya serhildanên salên 1990’î, ji aliyê dewletê ve wek ‘şoq’ hate pêşwazîkirin. Çimkî di serî de bajarê Diyarbekirê, kontrola gelek bajaran wekî Şemzînana 2012’ê, hema bêje ji bin destê dewletê derket. Hema bêje hemû hêzên asayiş û emnî yên dewletê ji meydanê kişiyabûn. Ji ber vê yekê aqilê dewletê ev rûdan ji aliyê xwe ve wek kawdana “heyîn û neyînê” nirxand û helwesta xwe ji nû ve helsengrand.     

HINCETA PIRSGIRÊKA BEKA/HEBÛNÊ YA DEWLETA TIRK

Piştî vê rûdanê dewleta tirk ket bin destê bloka AKP-MHP’ê û êdî ser devê wan pirsgirêka “beka/hebûnê’ bû benîşt. Di sala 2015’ê de li Serêkaniya Rihayê du polîs bi awayekî gumanbar hatin kuştin û hê jî paşperdeya van kuştinan nehatiye zelalkirin, pê re 20’ê Tîrmehê li Sirûcê 33 ciwan bi destê DAÎŞ’ê û dewletê hatin kuştin, bi van rûdanan re xeta faşist dîsa hate ser hukim û pêvajoyeke tarî ya nû bo kurdan dest pê kir.

Wekî tê zanîn, bûyerên Kobanê 6’ê mehê bi gotina “Kobanê ket, wa dikeve” dest pê kirin û heta 9’ê Kewçêra 2014’ê sê rojan wek raperîn û serhildanekê dewam kir. Bi vê gotina Serokkomarê Tirk re şêniyên Bakur daketin kuçe û kolanan. 

Çêtir e, mirov binêre ka vê pêvajoyê çawa dest pê kir. Divê bi kurtî be jî mirov daneyên dîrokî hilde dest. Rastiya kurdên Sûriyê û ev pêvajoya bi serê wan de hatî heke baş neyê zelalkirin dê hin xelekên vê bûyerê kêm bimînin.  

REJÎMA BEAS ÎNKARÊ BI DÎROKA KURDAN DIKE

Dewleta Sûrî di sala 1920’ê de bi Fransayê re şerek kir û di vî şerî de şikest, lewra 26 salan di bin destê Fransayê de ma, Sûriyê di sala 1946’ê de serxwebûna xwe ragihand. Ji vê dîrokê pê de heta salên 70’ê li welêt derbe û dij derbe pêk hatin û agirê alozîyê qet venemirî, di navbera salên 1958-61’ê de Komara Hevgirtî ya Erebî hate ragihandin lê vê pêngavê jî Sûrî li pêyan negirt û pê re bi derbeya BEASîyan rejîmeke nû li welêt ava bû.  

Karekî sereta yê vê rejîmê ew bû ku bi sed hezaran kurd ji mafê hevwelatiyê bêpar hiştin. Malbata Esed di sala 1971’ê de deslhilata welêt girte destê xw û pê ve heta îro nasnameya kurd di bin zexta qirkirina çandî û siyasî de ma. Pê re pêla Bihara Erebî bi ser welatên derdorê de girt û di Adara 2011’ê de agirê vê pêla bi welatê Sûrî girt û vê pêlê berê siyaseta welat zivîrande rêyeke veneger. Bi van kawdanan re; li parçeyê herî biçûk ê Kurdistan Rojavayê, di 19’ê Tîrmeha 2012’ê de li Kobanê şoreşek ser binemayê biratiya gelan, azadîxwaz, wekhev ji bo hemû pêkhate û gelên cîhanê hate ragihandin. Êdî li dor çarenivîsa 3 milyon kurdên di bin dagirkeriya rejîma Surî de, rûdanên gelek giring qewimîn, li dijî sîstema netewe-dewletê serhildan pêk hatin û şoreşeke nû bişkivî.     

Piştî îlankirina Şoreşa Rojava di 9’ê Nîsana 2013’ê de El Bexdadî kasêtek weşand û tê de ragihand ku wan Dewleta Îslamî ya Iraqê û Cebhet El Nusra bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê (DAIŞ) ragihandiye. Piştî vê ragihandinê DAIŞ’ê, di serê sala 2014’ê de dest bi dagirkirina qaka Iraqê kir. Di sala 2013’ê de DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyê Girê Spî, di destpêka sala 2014’ê de Reqa, Eyn Îsa, Minbiç û Dêrazor dagir kirin û paşê di sala 2014’ê de berê xwe zivîrande ser bajarê Kobanê.

BERXWDANA KOBANÊ

Çeteyên DAIŞ’ê gelê kurd ji xwe re kiribû hedef, lewra êrişên xwe bêrawestan anîn ser Rojavayê Kurdistanê. DAIŞ’ê, di sala 2014’ê de bi piştgiriya piştevanên xwe yên navneteweyî, kêmek berî salvegera şoreşa Rojava berê xwe da Kantona Kobanê û êriş anîn ser. Çimkî Kobanê kantona herî biçûk û herî stratejîk bû. Bi êrîşa ser Kobanê re li Tirkiyeyê dengvedaneke mezin çêbû, gel dakete kolanan ji aliyê din ve şervanên YPG’ê û şêniyên bajêr berevaniya xwe kirin.   

Bi 10’ê îlonê re êrîşên giran bi ser gundên Kobanê de dest pê kirin û di 15’ê Îlonê de êriş gihîştin ber sînorî. Hemû dinyayê dijî êrişa DAIŞ’ê piştgiriya gelê Kobanê kir, hevkariya xwe jê re diyar kir, lê heçî dewleta Tirk bû, ji destpêkê ve tenê li êrişan temaşe kir.

Bi meha Kewçêrê re şer girantir bû, pê re di warê siyasî, dîplomasî, civakî de têkilî geş û gurtir bûn. Êdî çavên dinyayê zivirîbûn ser Kobanê. Kêl bi kêlî ev pêvajo weha qewimî:  

Di 29’ê Îlona 2014’ê de li Amerîkayê 2yemîn bernameya “Li Rojhilata Navîn Realîteya Kurdî ya nû” dihate lidarxistin. Van rojan DAIŞ 1 km nêzî Kobanê bûbû. Û ligel hemû bangewaziyan Tirkiyeyê koridora çekên giran venedikir. 

Her weha vê dema Dorpêça Kobanê dewam dikir bi banga HDP’ê saziyên şoreşger ên demokratîk li Taksîmê, dîsa li Amedê jî bi beşdariya HDP, DBP’ê çalaki û meş dihatin lidarxistin.

Di roja 1’ê Kewçêrê de komek çeteyên DAIŞ’ê di ser sînorê Tirkiyê re derbasî Kobanê bûn û êrişî bajêr kirin. Televîzyonan ew dem bi weşanên rastevxo radigihandin lê leşkerên tirk ên sînor bêdeng bûn.

2’ê Kewçêrê ji ber tu helwesta dewletê dijî êrişa DAIŞ’ê nebû li Amed û bajarên din ên herêmê derabe hatin daxistin û kontakên wesayitan hatin sekinandin, dibistan hatin boykotkirin. 

Şanda HDP’ê li Girava Îmraliyê maweyê 5 saetan hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk anî, der barê êrişa DAIŞ’ê ya bi ser Kobanê de Ocalan ev hişyarî kir, “Heke ev êrişa qirkirinê bi ser bikeve hem dê pêvajoya muzakereyê bi dawî bibe hem jî bingehê derbeyeke dirêj bête danîn.” Ev hişyariya Rêber Ocalan, heman rojê ji aliyê Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu ve li Dîwana Palmanê hate bilêvkirin.

BİDEN: ERDOGAN DENGÊ XWE JÊ RE NEKIR

4’ê Kewçêrê Alîkarê Serokê DYA’yê Joe Bîden, ji ber xurtbûna DAÎŞ’ê ya li herêmê welatên herêmê ku Tirkiye jî di nav de berpirsyar girt. Biden, aşkere kir ku Erdogan jê re gotiye wî xwe ji çûna axa Sûrî ya endamên DAIŞ’ê re ker û lal kiriye. Û ligel ku wê rojê roja Cejna Qurbanê bû jî bi hezaran kes ber bi sînorê Kobanê ve daketin ser rê.

SALIH MUSLÎM: DIVÊ DEMILDEST MUDEXELE WERE KIRIN

5’ê Kewçêrê, Hevserokê PYD’ê yê demê Salih Muslîm, dijî êrîşa DAIŞ’ê ya ser Kobanê bangî hêzên navneteweyî kir da ku demildest bêne hawarê û destwerdanê li DAIŞ’ê bikin. Ji aliyekî ve êrişan dewam dikir, ji aliyê din ve meş û protestoyên gel mezin dibûn, di meşan de di encama destwerdana hêzên ewlehiyê de gelek kes hatin kuştin. Wê dema Salih Muslîm banga alîkariyê li hêzên navneteweyî dikir, şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan li girê Miştenûrê çalakiyeke fedaî pêk anî, peyama berxwedana dijî faşizma DAIŞ’ê dida dinyayê. Çalakiya Mîrkan anatomiya şerî guherand. Bandoreke mezin li ser gelê kurd kir. Hevalên Mîrkanê ku bûn şahidê vê qehremaniya wê, ev gotinên wê yên dawî weha radigihandin, “Divê ez vê çalakiyê ji bo gelê xwe bikim. Di pêşerojeke azad de ligel Serokê Azad em ê hev bibînin.”

‘DAIŞ SIBEROJ DÊ LI SERÊ WAN BIBE BELA’

Di 6’ê Kewçerê de Rêber Ocalan di hevdîtina bi birayê xwe re gotibû, “DAIŞ projeyek e. Ew hikûmet, dewlet an jî kesayetên li pişta DAIŞ’ê ne, siberoj ew ê bibînin, DAIŞ dê li serê wan bibe belayeke mezin.”  

ERDOGAN: KOBANÊ HA KET, HA DIKEVE

Roja 7’ê Kewçêrê Serokomarê AKP’yî Tayyip Erdogan li bajarê Entabê digot, “Wê gavê Kobanê ha ket, ha dikeve.” Ji her alî ve ev gotinên Erdogan bûn sebeba nerazîbûnan. Lê belê hêzên asayîşa Erdogan li gorî gotinên Erdogan tevdigerîn û li bajarê Mûş, Sêrt û Amedê şêniyên beşdarî protestoyan bûne dan ber guleyan û 5 kes kuştin, 32 kes birîndar kirin. Dewleta Tirk ne tenê sîvîl kuştin, her weha dijî protestoyan li bajarê Amed, Wan, Mêrdîn, Batman û Sêrtê qedexeya derketina kolana ragihand. Dewleta Tirk, bi vê êrişa ser gelê kurd piştgiriya dagirkeriya DAIŞ’ê dikir, hewl dide hêza berxwedana gelê kurd bişkêne, heman wext, Sekreterê Giştî yê NY yê demê Ban ki-moon, ji bo parastina xelkê sîvîl ê Kobanê banga lezgîn ya destwerdanê dikir. 

RÊBER OCALAN BANGA ‘ARAMIYÊ’ KIR

8’ê Kewçêrê tank li kuçe û kolanên Amedê û hin bajarên herêmê hatin bicihkirin. Şanda HDP’ê bi Alîkarê Serokwezîrê demê Yalçin Akdogan re hevdîtinek pêk anî, piştî hevdîtinê daxuyand ku tu encameke erênî ji hevdîtina wan derneketiye. Rojnameya New York Times, dinivîsand ku Erdogan bi fikara ku dê kurdên Sûriyê xurt bibin naxwaze piştgiriya kurdên Suriyê bike. Rêber Abdullah Ocalan jî li ser gefa hikûmetê ya ji bo siyaseta kurdî banga “aramiyê” dikir. 

DER BARÊ ERDOGAN Û DAVUTOGLU DE DAXUYANIYA SÛC

Wexta tîrka dîrokê roja 9’ê kewçêrê nîşan dida êdî spî û reş ji hev kifş bûbûn û desteka dewleta Tirk a bo DAIŞ’ê bi hemû aliyên xwe ve diyar dibû. Li dijî vê hevserokên KCD, DBP û HDP’ê, wek berpirsyarê tund û tûjiya di çalakiyê bo piştgiriya Kobanê rayedarên hikûmetê berpirsyar girtin. Rastî jî ev bû, wan tenê rastiya heyî aşkere kiribû. 

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku sedemê şideta di bûyerên Kobanê de pêk hatiye wekî hikûmetê îdia kirî karê lobiya kaosê nîn e, sedemê bûyerên siyaseta xelet a AKP’ê ye. Her weha endamên ÇHD û OHD’ê li Îzmirê daxuyandin ku sedemê tund û tûjiya li welêt Serokomar Receb tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ne û der barê wan de daxuyaniya sûc dan. 

Ligel hemû nerazîbûnan jî di siyaseta Erdogan de çi guhertin çênedibûn û Erdogan di 11’ê kewçêrê de, li Rîzeyê ji ber piştgiriya wan a bi çalakiyên Kobanê re ji bo siyaseta kurd digot, “Em ê hesabê vê ji wan bipirsin” û gef li wan dixwarin. Li Antebê komeke faşist êrîşê kurdan dikir, polîsan ji wan re digot, “We karê xwe pêk anî. Êdî hûn ji kerema xwe herin malên xwe em ê van deran bidin hev” bi van gotinan dijminatiya dijî kurdan sor dikin û piştgiriya xwe ya bo DAIŞ’ê aşkere dikirin. 

BERSIVA GEFA ERDOGAN: EM JI MIRINÊ MEZINTIR IN

Di 14’ê Kewçêrê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahettin Demirtaş di civîna koma HDP’ê de weha bersiva gefên Erdogan dida, “Ji ber rûdanên piştgiriya bi Kobanê re gefan li me dixwin. Ji me re dibêjin ‘qatil’ De ka destê we ji we re. Em ji mirinê mezintir in. Wa dibêjin em ê hesaba vê bipirsin. Jixwe we mirina ji mirinê kambaxtir anî nav me. Hûn ê bedelê çawa ji kê bipirsin? Ji mirinê wê de war nîn e, canê her yekî ji me bi hezaran car qurbanê gelê me be.”

Wê pêvajoyê ji aliyekî ve di siyaseta navxweyî de ev rûdan hebûn, ji aliyê din ve di siyaseta derve de hevdîtin û daxuyaniyên germ û gur hebûn. Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Ki-moon daxuyand ku divê hêzên hevpeyman ji bo Kobanê çi ji destî were bikin. Rayedarên YE û Konseya Ewropayê ji bo Kobanê bangewaziyên hawarê kirin. Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’yê Staffan de Mistura der barê berxwedana Kobanê de digot, “Ji bo êrîşa DAIŞ’ê ya dijî Kobanê bê rawestandin bangawaziya lezgîn hatiye kirin.” 

ANHA