Endamên Kongreya Star: Pêngava "na ji dagirkeriya Tirk re" berdewama şoreşa azadiyê ye

Endamên rêveberiya Kongreya Star a herêma Firatê piştrast kir ku pêngava “Na ji dagirkeriya Tirk re dem dema parastina şoreşê ye” ya ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daye destpêkirin, berdewama şoreşa azadiyê ya ku ji 9 salan ve destpê kiriye. Divê jin cihê xwe di vê pêngavê de bigirin.

Endamên Kongreya Star: Pêngava "na ji dagirkeriya Tirk re" berdewama şoreşa azadiyê ye
2 cotmeh, 2020   08:43
KOBANÊ-NÎHAD KARO

Endamên rêveberiya Kongreya Star a herêma Firatê têkildarî pêngava PYD`yê ya bi dirûşma “Êdî bes ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye”, ji ANHA`yê re axivîn û nêrînên xwe parve kirin.

Berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl got: “Pêngava ku PYD`ê beriya demekê ragihandibû, berdewama şoreşa xilasiya ji zulm û koletiyê ye ya ku ji 9 salan ve li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet destpê kiriye.”

Mizgîn wiha domand: “Serkeftina şoreşê li bakurê Sûriyê û serkeftina projeya biratiya gelan, li dijî dewleta Tirk xeteriyek çêkir. Ji ber wê bi tevahiya rêbazan hewl da têk bibe, careke herêmê topbaran kir, careke çeteyan bi rêya sînorên xwe derbasî herêmê kir da ku komkujî li dijî gelê Kurd û gelên herêmê pêk bîne û fîtneyê di navbera gelên herêmê de biafrîne.”

Mizgîn bang li gelên bakurê Sûriyê kir ku tev li pêngavê bibin û propaxandaya dewleta Tirk dûr kevin û got: “Divê jin xwedî li vê pêngavê derkevin, ji ber ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin. Ji ber wê divê mîrasa şehîdên jin ên ku canê xwe ji bo şoreşê feda kir, biparêzin.”

Endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a herêma Firatê Şefîn Qol Agasî got: “Dem demeke hesas e, divê em piştgiriya PYD û pêngava wê bikin. Divê em bi rêya saziyên xwe civakê zana bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Şevîn bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tev li pêngavê bibin û tev li çalakiyan bibin da ku dengê xwe bigihîne cîhan û rêxistinên hiqûqî û mirovî û got: “Ji ber ku dem hatiye ku em azadiya xwe bi dest bixin. Divê gelên herêmê têkoşîna xwe ya şoreşgerî bidomînin heta ku bigihêjin armancên xwe.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hzGU9ktLPOo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>