Macron: Dewleta Tirk 300 çeteyên ji Sûriyê şandine Azerbêcanê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştrast kir ku dewleta Tirk derdora 300 çeteyên Sûriyê yên girêdayî xwe şandine herêma Nagornî-Qerebaxê.

Macron: Dewleta Tirk 300 çeteyên ji Sûriyê şandine Azerbêcanê
2 cotmeh, 2020   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Macron îro got: “Li gorî agahiyên li ber destê me, ez dikarim piştrast bikim ku 300 çekdarên Sûriyê ji Gazî Entab ber bi Bakoyê ve bi rêketine.”

Macron da zanîn ku ew çete kesên tundraw in û girêdayî komeke cîhadî ku li herêma Helebê ne. her wiha Macron destnîşan kir ku komeke din bi heman hejmarî tê amadekirin da ku tev li şerê li herêma Nagronî bibe.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Rûsya, DYA û Fransayê wê di demeke nêz de însiyatîfên aştiyê li herêma Qerebaxê pêşkêş bikin.

Serokwezîrê Ermensitanê Nikole Pashinyan roja sêşemê piştrast kir ku çeteyên ku dewleta Tirk dişîne Qerebaxê, niha li Azerbeycanê ne û hewl didin qanûnên ola Îslamê li şêniyên herêmî pêk bînin.

(şx)