'Binkeftina peymana başûr ji bo Sûriyê nimûneyeke bifikare, dewleta jî Tirk rageşiyê vediguhêze Qefkasyayê'

Rojnameyên erebî îro behsa rewşa başûrê Sûriyê, şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê û rewşa aborî ya Tirkiyê kir.

'Binkeftina peymana başûr ji bo Sûriyê nimûneyeke bifikare, dewleta jî Tirk rageşiyê vediguhêze Qefkasyayê'
29 îlon, 2020   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: PEYMANA BAŞÛR JI BO SÛRIYÊ NIMÛNEYEKE BIFIKAR E

Rojnameyên erebî vê sibehê di kar û barên Sûriyê de behsa gelek mijaran kir. Jê ya herî girîng rewşa li başûrê welêt. Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî du salan li ser îmzekirina Peymana Başûr, êdî herêmên başûr û başûrê rojavayê Sûriyê li gel rageşiya Rûsya û Îranê li ser hegemonyayê, ji aramiyê dûr in. Ji ber wê şîrovekar pêşbîn dikin ku ev nimûne ji bo pêşeroja Sûriyê metirsîdar e.”

Rojnameyê wiha domand: “Ev peyman, rê da ku hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê gundewarên Deraa û Quneytra li gorî lihevkirina Amerîka-Rûsyayê bi erêkirina Urdin û Îsraîlê kontrol bikin. Li gorî wê lihevkirinê, hêzên opozîsyonê xwe teslîm bikin û hêzên ne sûrî (yanî rêxistinên ne herêmî yên alîgirên Îranê) ji wê herêmên sînorê Urdin û Colanê hatin derxistin.

Lê piştî du salan li ser vê peymanê, nearamî û kirinên tund berdewam in. Her wiha bûyerên kuştinê didomin. Herî dawî hedefgirtina hêzên alîgirên Rûsyayê û êrişên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên Îranê yên ku hebûna xwe bi îmzekirina peymanê re guhert, çêbûn.”

EL-EREB: DEWLETA TIRK RAGEŞIYA XWE BI RÛSYAYÊ RE JI ROJHILATA NAVÎN VEGUHAST QEFKASYAYÊ

Têkildarî nakokiya di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Helwesta Tirkiyê ji vî şerî di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de gelek pêşbiniyên şîrovekaran piştrast dikin ku Enqere dê vî şerî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û rageşiya xwe bi Rûsyayê re ya li herêma Rojhilata Navîn tam ji Sûriyê veguhêze Qefkasyayê ya xwedî stratejiyeke girîng.

Li gorî balyozê Ermenistanê yê li Rûsyayê Vardan Taghanyan; çekdarên ku ji Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve hatine derxistin, tev li şerên li herêma Qerebaxê dibin. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan çi qas ji dest were, dixwaze Rûsyayê şantaj bike.

Rûysa û dewleta Tirk dizanin ku pêwîstiya wan bi amadekariyê ji her tehdîdekê re ji hêla aliyê din ve heye, ji ber wê têkiliyên leşkerî herêmî ava dikin. Enqere ji bo wê dixwaze stratejiya xwe ya ku ji Sûriyê heta Qefkasyayê dirêj dike, ferz bike. Lê gelekî dijwar e vê yekê ji aliyê siyasî ve pêk bîne, ji ber ku Moskov wê rê nede ku cabilxaneya leşkerî ya Tirk derbas bibe. Lewra dewleta Tirk wek çareserî, dê Deryayê Qezwînê bi kar bîne û çeteyan ji Sûriyê veguhêze Azerbêcanê.

Nuqteya nakok a sereke di navbera her du aliyan de ew e ku Rûsya dixwaze di zûtirîn demê de rêya M4 vebe û hêzên Tirk ji başûrê vê rêyê bi kûrahiya 35 km paşde vekişin. Enqere jî dixwaze çaranûsa herêmên hundirîn ên ku ketin bin parastina hêzên ewlehiyê bi çavdêriya Enqere û Moskovê û di dawiya sala borî de hêzên hikumeta derbasî wê bû, li gorî lihevkirina Soçiyê diyar bike. Ew jî bi armanca ku destkeftiyên mezintir li parêzgeha Idlibê bi dest bixe. Lê Rûsya dixwaze hêzên rejîma Sûriyê wan herêman kontrol bikin û rewşê wisa bihêle.

Ji bo wê her du alî dixwazin rêyeke yêdek bibînin, bi taybet Rûsya ya ku dixwaze rejîma Beşar Esed biparêze. Lewre veguhestina şer ji Qoqazê re mentiqî xuya dike. Navenda Stratfor di salên borî de tevgerên balkêş li dora Deryaya Qezwînê û çiyayên Qefkasyayê belge kirin.

Enqere jî dixwaze tevgera xwe ya siyasî li herêmê bi rêya deriyê desteka leşkerî zêde bike. Li rex hevalbendiya wê bi welatên Qefkasyayê re li ser asta bazirganê, wê helbet rastî gelek astengiya were. Dibe ku Rûsya destê xwe ji Ermenistanê rake û desteka piştgiriya Tirkan ji Azerbêcanê re bike.”

EL-BEYAN: LÎREYÊ TIRKIYÊ TEMENÊ MUDAXELEYÊN ENQEREYÊ DIDE

Rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Lîreyê Tirk duh li bermaberî dolar û euro û sterlînê gelek paşde çû. Ruxmî hewldana dewletê ku pêşî li vê yekê bigire. Li ser wê jî metirsiyên mudaxelekirina Tirkiyê di rageşiya li herêma Qefkasyayê de zêde dibin. Enqere bi rêya şandina çeteyên Sûriyê tev li vê rageşiyê bû.”

Rojnameyê wiha domand: “Lîreyê Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 1.6 daket. Ji ber şerên ku Enqere li gelek dewletên cîran û herêmê dimeşîne, metirsiyên îstismarkirinê li Tirkiyê zêde dike. Ew jî bandorê li nirxê lîreyê Tirk dike dike ku ji destpêka Tebaxê ve paşde diçe.“

(şx)