​​​​​​​Cemal Bohesen: Planên Erdogan xeteriyeke mezin li ser ewlehiya netewî ya erebî ye

Sekerterê giştî yê Însiyatîfa Parlamanatoya  Erebî Cemal Bohesen got, gefa herî xeternak a li ser ewlehiya netewî ya erebî, planên Erdogan ên vegerandina împeratoriya Osmanî ne.  Bohesen bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bi berpirsiyariyên xwe rabe.

​​​​​​​Cemal Bohesen: Planên Erdogan xeteriyeke mezin li ser ewlehiya netewî ya erebî ye
28 îlon, 2020   04:13
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Sekerterê Giştî yê Însiyatîfa Parlamantoya Erebî û endamê berê yê parlamantoya Bahreynê Cemal Bohesen diyar kir gefa herî xeternak a li ser ewelehiya netewî ya erebî, planên Erdogan ên vegerandina serwerî û împeratoriya Osmanî ne û got, serokkomarê Tirk hewl dide bi rêya destwerdanê serweriya Tirkiyê li dewletên erebî ferz bike, ku gelê Ereb û civaka navneteweyî vê yekê red dike.

Bohesen ji ANHA`yê re destnîşan kir ku zordariya rejîma Erdogan zêde bûye û ji ber wê yekê civaka erebî û navneteweyî kiryarên Erdogan li Sûriyê, Lîbya û Iraqê red dike û wiha domand: "Erdogan yekeser destwerdana leşkerî li van dewletan kir, ev yek tê wateya dagirkeriya biyanî ya Tirkî ji dewletên Ereb re. Tevahî cîhanê rûxandin û ziyana ku ji ber rejîma Tirkiyê li wan dewletan pêk hatiye, dîtin. Tirkiyê sivîl kuştin, dan koçberkirin û bajar û gund rûxandin."

Bohesen wiha lê zêde kir: "Sûcên niha Tirkiyê pêk tîne, serdema dagirkeriya Osmanî ji dewletên Ereb re ya bi navê dewleta Îslamî, tîne bîra me. Dewleta Osmanî wê demê heman kiryarên Erdogan ên kuştin, koçberkirin û rûxandinê, pêk dianî."

Her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ji dewletên Ereb re dagirkeriyeke zordar e û got: "Rejîma Tirk mîlîsên terorîst ji bo kuştinê li kêleka artêşa xwe, bi kar tîne. Gelek raporên îstixbaratê yên cîhanî û Erebî vê yekê piştrast dikin."

Sekerterê Giştî yê Însiyatîfa Parlamantoya Erebî eşkere kir ku armanca rejîma Erdogan ji dagirkirina dewletên Ereb, bidestxistina berhemên binerd û destkeftiyên gelan e, ku bi navê rizgarkirina wan ji bindestiya rejîmên heyî xaka wan dagir dike.

Bohesen destnîşan kir ku armanca sereke ya rejîma Tirk vegerandina împeratoriya Tirk e û serweriya destkeftiyên gelên Ereb e.

Her wiha diyar kir ku rejîma Tirk bi dawî û encamên van kiryaran nafikire û destnîşan kir ku êdî gelê Ereb ji van kiryarên bê berpirsiyarî "pir bi hêrs e".

Sekerterê giştî yê Însiyatîfa Parlamanatoya  Erebî Cemal Bohesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li gorî pîvan û rêgezên navneteweyî kiryarên Tirkiyê dagirkeriya zelal a dewletên xwedî serwerî ye. Ji civaka navneteweyî  tê xwestin ku serwerî û serxwebûna van dewletan ji van kiryarên bê berpirsiyarî, biparêze."

(cx)

ANHA