​​​​​​​Li ser Lêlûnê klîpek tê amadekirin

Komîna Sînema ya Avîrn û komîteya amadekar a mîhrîcanê klîpekê bi navê "Lêlûn" amade dike û dê di roja dawî ya mîhrîcanê de pêşkêş bike.

​​​​​​​Li ser Lêlûnê klîpek tê amadekirin
27 îlon, 2020   14:28
ŞEHBA

Mîhrîcana Lêlûn a Sînema ya Nanetewî ya ku di 21'ê Îlonê de li kampên Berxwedan û Serdemê yên kantona Şehbayê hatiye destpêkirin wê di çend saetên pêş de bi ragihandina navên fîlmên serkeftî bi dawî bibe.

Komîteya amadekar a mîhrîcanê û Komîna Fîlman a Avrîn ji saetên sibehê ve klîbekê bi navê "Lêlûn" amade dike û dê îro li kampa Berxwedan pêşkêş bike.

Gotinên stranê ya hunermend Ciwan Hesen û mûzîk a hunermend Ebdo Fexama ve hatiye çêkirin. Hunermend Hikumet Cemîl ê ji Efrînê, Nehla Mûsa ji Hema, Nayma Bkduff ji Irlandayê stranê bêjin.

Endamê Komîteya Rêveber a Mîhrîcana Lêlûn, Mesûrd Kerad diyar kir ku amadekariyên klîbê vê sibehê destpê kir û dê di roja dawî ya mîhrîcanê de were pêşandan.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/LW1Ll5JY_NA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>