Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê li Beyrûtê hate şermezarkirin

Kongreya Star a Lubnanê di civînekê de operasyona qirkirina siyasî ya faşîzma AKP-MHP'ê ya li dijî HDP'ê şermezar kir.

Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê li Beyrûtê hate şermezarkirin
27 îlon, 2020   14:07
BEYRÛT

Ji bo piştgiriya girtiyên siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi dehan endamên Kongreya Star şaxê Lubnanê li Beyrûtê kom bûn û civînek li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Kongreya Star Cîhan Elî axivî û siyaseta dewleta Tirk a dagirker ên li dijî parlamenterên HDP`ê şermezar kir.

Cîhan Elî wiha domand: “Operasyona qirkirina siyasî ya desthilata Tirk a li dijî siyasetmendarên Kurd ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî 6 salan ji beşdarbûna çalakiyên piştgiriya bajarê Kobanê ya li dijî êrişên çeteyên DAIŞ'ê pêk hat."

Endama Kongreya Star Fatme Şêxmûs bal kişand ser girtina rêber Abdulah Ocalan û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna armancên xwe rêber Abdulah Ocalan giritiye û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ne tenê qirkirina gelê Kurd, lê belê qirkirina hemû gelên aşitîxwaz û azadîxwaz dike hedef. Rêber Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn û azadiya jinê bi salan di hundirê zîndanê de tê dikoşe.“

Her wiha Fatme Şêxmûs da zanîn ku hemû planên dewleta Tirk a faşîst dê têk biçin û soz da gelê Kurd ku heta bidestxistina serkeftinê û gihaştina azadiyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

(oh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/ubO70pIWtG0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>