Li Reqayê Şampiyonaya Pehlewanî ya Romanî

Yekitiya Werzîşê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê îro Şampiyonaya Pehlewanî ya Romanî li dar xist. Ev şampiyona li ser asta herêmê ya yekemîn e ku tê de 50 pehlewan beşdar in.

Li Reqayê Şampiyonaya Pehlewanî ya Romanî
17 îlon, 2020   11:44
REQA

Şampiyona Pehlewanî ya Romanî li Hola Tac a Reqayê li dar ket, tê de endamên Yekitiya Werzîşê, nûnerên ji komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê û malbatên pehlewanan amade bûn.

Şampiyonayê bi axaftina organîzatorê şampiyonayê Qusey Ehmed dest pê kir. Ehmed destnîşan kir ku girîngiya van werzîşan a ferdî û bedenî heye. Li ser vê bingehê spasiya Yekitiya Werzîşê û Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo piştevaniya werzîş û werzîşvanan û vejandina sporên ferdî yên ku bi zêdetirî 8 salan e ku winda bûne, kir.

Qusey Ehmed piştrast kir ku ev şampiyona ji bo amadekarî û beşdariya li şampiyonayên li ser astên bilind e.

Piştre pehlewanan hin tevgerên spore yên hunerên pehlewanî ya Romayê pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EThWVc4ZTio" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>