Rojnameyên ereb: Rûsya hewl dide hebûna hêzên Tirkiyê li Idlibê kêm bike

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, aloziya Lubnanê, dan û standinên Efganistan û Talîbanê bi Amerîkayê re kir.

Rojnameyên ereb: Rûsya hewl dide hebûna hêzên Tirkiyê li Idlibê kêm bike
17 îlon, 2020   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: RÛSYA HEWL DIDE HEBÛNA DEWLETA TIRK LI BAKURÊ ROVAVAYÊ SÛRIYÊ KÊM BIKE

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Çavkaniyên rûsî piştrast kir ku Moskov li ser iqnakirina Enqereyê ya kêmkirina hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li herêma Idlibê, xebitî. Her wiha di dan û standinên şandeya leşkerî ya rûsî ku serdana dewleta Tirk kiriye de li ser mijara vekişîna çekên giran ji Idlibê û jinûve dîzaynkirina rewşa girêdayî nuqteyên çavdêriyê yên Tirk hat nîqaşkirin."

Çavkaniyên rûsî hûrgiliyên civîna şandeya rûsî ya ji wezareta parastin û derve pêk tê, bi hempîşeyên tirkan re eşkere kir ku Moskov hewl dide aliyên Tirk îqna bike, hejmara leşkerî xwe li herêma Idlibê kêm bike û hin nuqteyên çavdêriyê yên li derdora herêmê belav bûne, rake.

Li gorî dezgehên çapemeniya rûsî, dewleta Tirk pêşniyara rûsî ya kêmkirina hejmara nuqteyên çavdêriyê red kir, lê belê amade ye makanîzmeya vekişîna hin çekên giran ji Idlib û derdora wê bikişîne.

Çavkanî da zanîn ku şandeya rûsî roja sêşemê pêşniyara xwe pêşkêş kir, lê her du aliyan li hev nekir, di roja duyemîn ji diyalogê li ser makanîzmeya vekişîna parçeyek ji hêzên dewleta Tirk ên li herêmê belav bûne tevî vekişîna çekên giran hat nîqaşkirin, lê dê nuqteyên çavdêriyên yên dewleta Tirk bi halê xwe bimînin.

EL-BEYAN: HIKUMETA LUBNANÊ NEHAT AVAKIRIN Û FRANSA DER BARÊ BERDEWAMA NAKOKIYAN DE MIXABINIYA XWE NÎŞAN DA

Girêdayî Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Dema du hefteyan a ku serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo avakirina hikumeta Lubnanê daye, bi bin ket. Her wiha Mistefa Edîb bi avakirina hikumetê li gorî qanûnên însiyatîfa Fransayê hatibû erkdarkirin. Divê lêborîna xwe ji Fransayê bixwe."

EL-EREB: TALÎBAN HEWL DIDE LI EFGANISTANÊ ÎMARETEKE ÎSLAMÎ BI PÎROZKIRINA AMERÎKAYÊ AVA BIKE

Der bare Efganistanê de, nivîskarê misirî Hîşam Necar di gotara xwe ya rojnameya El-Ereb de belav kiriye, wiha got: "Tevgera Talîbanê ya tundraw di dan û standinên yekser bi hikumeta Kabûlê ya bi sponseriya Amerîkayê de bi hedef û dîroka xwe ve girêdayî ye. Her wiha berdevkê tevgerê yê berê Zebîhullah Mucahîd piştrast kir ku hedefa sereke ya Talîbanê vekişîna hêzên biyanî û avakirina pergaleke îslamî ye."

(fr)