ꞌBûyerên li Dêrazorê hewldana têkbirina hevgirtina pêkhateyan eꞌ

Hiqûqnas û rûspiyekî eşîreke Ereban diyar kir ku bûyerên di demên dawîn de li gundewarên Dêrazorê rû dan, armanca wan derxistina fitneyan û derbekirina hevgirtina neteweyî ya di navbera pêkhateyan de ye.

ꞌBûyerên li Dêrazorê hewldana têkbirina hevgirtina pêkhateyan eꞌ
17 îlon, 2020   06:59
MINBIC

Hin aliyan xwest aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin wekî şaneyên girêdayî hikumeta Şamê, artêşa Tirk û şaneyên DAIŞ`ê ne û mînaka herî nêz hedefgirtina rûspiyên eşîrên li Dêrazorê û hewldana derxistina fitneyan e.

Çalakger û hiqûqnas Abdulrehman Betran têkildarî geşedanên dawîn ên ku li Dêrazorê rû dane axivî û da zanîn ku bûyerên li Dêrazorê ji kuştina rûsipiyên eşîrên herêmê ji aliyê şaneyên veşartî, rêxistina DAIŞ`ê û hin dewletên herêmê û ajanan ve, armanca wan têkbirina ewlehiya herêmê, hevgirtina neteweyî û jiyana aştiyane ya pêkhateyên herêmê ye.

Abdulrehman Betran diyar kir ku QSD`ê herêma Dêrazorê rizgar kir û rêveberiyên ku niha şêniyên herêmê kar û xebata wan bi rê ve dibin hatin avakirin, lê ev destkeftî li xweşiya hin aliyan û ji wan rejîma Sûriyê, şaneyên DAIŞ`ê û hin dewletên ku destwerdana Sûriyê kir, neçû û wiha dewam kir: "Jiber vê yekê jî berê xwe dane şêwazên xirab û xwestin hevgirtina neteweyî ya pêkhateyên herêmê derbe bikin."

Betran destnîşan kir ku şêniyên Dêrazorê dizanin ku doza herêmên wan tenê bi rêya destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi dest xistine, çareser dibe û wiha domand: "Piştî bûyerên ku rû dane, peyam ji QSD û Rêveberiyên Xweser re şandin ku pişta wan bisekinin û parastina van destkeftiyên ku hin aliyan xwestin têk bibin, bikin."

Ji aliyekî din ve jî, rûspiyekî eşîr El-Demalxa ya erebî Abdulrezaq Ismaîl jî axivî û kiryarên ku şêx û rûspiyên Dêrazorê û Reqayê kirin armanc, şermezar kirin û da zanîn ku armanca wan ji van kiryaran derxistina fitneyan û pirsgirêkan e, ev jî ji bo berjewendiyên hin dewlet û rêxistinên ku naxwazin li herêmê aramî mîsoger bibe.

Abdulrezaq Îsmaîl bang li şêniyên Dêrazorê kir ku bi fitneyan neyên xapandin, rê nedin kesên dixwazin welatên wan xerab bikin, hevgiritn û hevkariya xwe ava bikin û dûrî çi kesên ku destên wan di fitneyan de heye bikevin. Îsmaîl got dengên ji derveyî sînorê Sûriyê tên dixwezin aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

Di dawiyê de Abdulrezaq Îsmaîl bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji fitneyan û kesên dixwazin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, hişyar bin.

eh

ANHA