El-Serac ji hikumeta Terabilusê istîfa kir

Serokê hikumeta Wîfaq a Lîbyayê ku piştigiriya xwe ji Tirkiyê digire Fayiz El-Serac îro (çarşemê) ji peywira xwe istîfa kir.

El-Serac ji hikumeta Terabilusê istîfa kir
16 îlon, 2020   20:39
Navenda nûçeyan

El-Serac di axaftina xwe ya îro de got: "Ez ê desthilatê di dawiya Cotmehê de radestî rêveberiya nû bikim."

Ev yek piştî çend hefteyan ji xwepêşandanên li Terabilusê û gelek bajarên rojavayê Lîbyayê yên li dijî hikumeta El-Serac, pêk tê.