Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin ragihandin   

Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê şertên tevlêbûna Mîhrîcana Osman Sebrî ya Çaremîn diyar kirin. Tê payîn ku mîhrîcan 11`ê  Cotmehê li dar bikeve.

Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin ragihandin   
10 îlon, 2020   10:19
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera koça dawîn a rewşenbîr û şoreşger Osman Sebrî Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê ya Rojava bi dirûşma "Bi wêjeyê em bi pêş dikevin" dê 11`ê Cotmeha 2020`an Mîhrîcana Osman Sebrî ya Çaremîn li dar bixe.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Osman Sebrî sala 1905`an li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û sal 1993`yan koça dawîn kiriye û hem helbestvan bû, hem jî zimanzan, nivîskar û siyasetmedarekî Kurd ê navdar bû.

Ji ber li herêmê vîrusa korona berbelav e, dê Gerînendetiya Çand û Hunerê mîhrîcana îsal di asta pêşbirkên wêjeyî yên mîna çîrok, helbest û pexşan de sînordar bike.

Gerînendeya Çand û Hûnerê diyar kir ku ew ê  xelatên mîhrîcana sêyemîn a par li dark ket, di mîhrîcana îsal de belav bikin, ji ber par ji ber êrişên dewleta Tirk ên 9`ê Cotmeha 2019`an ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê nehatin belavkirin.

Gerînendetiya Çand û Huner ya Herêma Cizîrê da zanîn ku nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin tevlî pêşbirka wêjeyê bibin.

Şert tevlêbûnê wiha ne:

- Zimanên tevlêbûnê; kurdî, erebî û suryanî.

-  Beşên pêşbirkê; helbest, kurteçîrok û pexşan.

-  Beşdar dikarin tenê bi berhemekê tev li pêşbirkê bibin.

-  Divê berhem li tu deverê nehatibin weşandin.

- Divê berhem li ser bernameya word werin amadekirin.

-  Divê berhemên kurdî bi puntoya 12 û berhemên erebî û suryanî bi puntoya 14 bin.

-  Kurteçîrok û pêşxan dive herî zêde 1000 gotin bin.

-  Helbestan divê ji du rûpelan zêdetir nebin.

Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku kesên dixwazin tev li pêşbirkê bibin dikarin heyanî 30 Îlonê berhemên xwe tevî wêneyekî xwe û kurtejiyanan xwe li ser e-maîla gerînendetiya bişînin.

e-maîl:[email protected]

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/GaWe1nFAUf4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>