Li Dirbêsiyê dewriyeya 29`an bi rê ve çû

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk li gundewarên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Li Dirbêsiyê dewriyeya 29`an bi rê ve çû
10 îlon, 2020   10:27
HESEKÊ

Dewriyeya Rûsya-Tirkiyê di çarçoveya peymana 22`yê Cotmeha 2019`an ku piştî artêşa Tirk herêma Serêkaniyê û herêma Girê Spî dagir kir, li dar dikeve.

Tevî ku peyman îşaret bi sekinandina sûcên qetilkirinê dike, lê dîsa jî artêşa Tirk û çeteyên wê peymanan binpê dikin û bi hemû cureyên çekan êrişî gundên şênî lê dimînin, dikin. Duh jî gundê Um El-Kêf ê gundewarên navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Îro jî polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên Tirk li gundewarên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Dewriyeya 29`an ji gundê Şêrikê yê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundên Kesra yê li Zirganê, gundên Itêşan û Berkevirê yên li Dirbêsiyê ve çû.

Dewriye ji 4 panzêrên leşkerî yên her du aliyan û ji du helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/19Yi6nUfkhI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>