HPC'ê ya Şêxmeqsûdê berxwedana Heftenînê silav kir

Bi diruşmeya "Berxwedana Heftenînê wê bi serkeve, îxanet û faşîzma Tirk hilweşe", Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya taxa Şêxmeqsûd meşek ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê li dar xist.

HPC'ê ya Şêxmeqsûdê berxwedana Heftenînê silav kir
HPC'ê ya Şêxmeqsûdê berxwedana Heftenînê silav kir
HPC'ê ya Şêxmeqsûdê berxwedana Heftenînê silav kir
HPC'ê ya Şêxmeqsûdê berxwedana Heftenînê silav kir
HPC'ê ya Şêxmeqsûdê berxwedana Heftenînê silav kir
7 îlon, 2020   18:25
HELEB

Bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî (HPC), bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd beşdarî  xwepêşandanek şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana Heftenînê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a beşê rojhilatê yê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Xwepêşanderan posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan, pankartên wekî "Li hemberî êrişên qirker û dagirkirinê em ê asta têkoşînê bilind bikin" û alên HPC'ê hilda bûn.

Xwepêşandan piştî ku li kolanên sereke yên taxê geriya li çerxerêya 7 Şehîdan a li beşê rojhilat ê taxê sekinî û deqeyeke rêz hate girtin.

Endama HPC'ê Sûad Mihemed daxuyanî xwend .

Sûad, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftenînê şeremzar kirin û got, ev êriş binkeftina hundirîn a dewleta Tirk û krîza wê ya aborî nîşan dide, ji ber vê dixwaze bi van êrişan krîza xwe derxîne derve.

Sûad Mihemed destnîşan kir ku ajan û xayîn yên ku bi îstîxbarata Tirkiyê re kar dikin wê dawiya wan xirab e û wiha domand: "Divê her kes berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bi cih bînin, erk û bangewaziyan pêk bînin. Divê em li benda fermana tu kesî nemînin. Her ferdek ji me dikare bibe têkoşer û şoreşger, bi rêya xweperwerdekirin û xwe rêxistinkirin em dikarin serkeftinê qezenc bikin."

Sûad Mihemed her wiha got: "Berxwedana gerîla wê bi xwîna şehîdan dewam bike. Artêşa Tirk a dagirker ji ber derbeyên ku li Heftenînê dixwe bê çare maye. Ev pêvajoya dîrokî wê teqez serkeftin û azadiyê bîne."

Piştî axaftinan diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şeremzarkirina binpêkirinên dewleta Tirk hatin avêtin.

ANHA