Lavrov: Divê Sûrî yekitiya xwe ya navxweyî pêk bînin

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Şamê di kongreyeke çapemeniyê de got, divê Sûrî yekitina xwe ya navxweyî ava bikin.

Lavrov: Divê Sûrî yekitiya xwe ya navxweyî pêk bînin
7 îlon, 2020   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hevdîtina şaneya payebilind a Rûsyayê bi Beşar Esed û rayedarên hikumeta Sûriyê li Şamê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Sûriyê Welîd El-Mûelim û Cîgirê Hikumeta Rûsyayê Yuri Borisov re kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Sûriyê Welîd El-Mûelim di kongreya çapemeniyê de got: "Hevdîtina bi aliyên Rûs re di her aliyan de serkeftî bû."

El-Mûelim her wiha diyar kir ku wan li rex pirsgirêkên siyasî, pirsgirêkên aborî jî nirxandine û got: "Pêşeroja têkiliyên girêdayî rewşa aborî û siyasî li welat ya ligel dostên Rûs, mizgîniya xêrê dide."

Serokê hikumeta Rûsyayê jî got: "Me dan û standinên avakar û bi sûd pêk anîn, me pêşxistina tevkariya aborî nîqaş kir."

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyand ku serdana wan ji bo nîqaşkirina asoyên pêşeroja pêşxistina têkiliyên herdu aliyan e.

Li ser pirsa belgeya lihevanînê ya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel de, Lavrov got: "Em li Rûsyayê û di nava hemû salên aloziya Sûriyê de, me forma Moskovê ji bo hemû aliyên Sûrî peyda dikir. Ji ber ku formeke guncawtir niha nîne, MSD û forma Moskovê hate hilbijartin. Rûsya dê van diyalogan pêk bîne."

Lavrov bang li hemû aliyan kir ku belgeyê bixwînin û got: "MSD û Vîna Gel di vê belgeyê de pabendiya xwe ji bo serxwebûn, serwerî û yekparebûna xaka Sûriyê aşkere dikin."