Melevan Resûl: Berjewendiya netewî ji berjewendiyên partiyetî bi nirxtir e

Nivîskar Melevan Resûl got: "Dewleta Tirk ji beriya gelek salan ve êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. PDK`ê heta niha li hemberî van destdirêjiyan helwesteke cidî nîşan nedaye. Berjewendiya netewî ya Kurdistanê ji berjerwendiyên partiyetî bi nirxtir e. Ev helwest şermok in û bi tu awayî nayên qebûlkirin."

Melevan Resûl: Berjewendiya netewî ji berjewendiyên partiyetî bi nirxtir e
4 îlon, 2020   02:23
QAMIŞLO- ÎSAM ABDULLAH

Ji 16`ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê zêde kirin û herêmên sivîlan bi awayekî sîstematîk dike hedef. Her wiha baregehên leşkerî ava kirin, şênî dan koçberkirin û milkên wan talan kirin, da ku herêmên dagirkerî û qada dagirkiriya xwe firehtir bike. Li hemberî van destdirêjiyan aliyên herêmî û navneteweyî hîna bêdeng in.

Nivîskar Melevan Resûl ji ANHA`yê re axivî, êrişên faşîzma Tirk û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê nirxand û wiha got: "Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a hov êrişî nuqteyên Hêzên Parastina Gel (HPG) dike û dê ne cara dawî be jî. Ji ber ku zihniyeta dewleta Tirk li ser tunekirin, kuştin û rûxandinê ava bûye."

Resûl wiha berdewam kir: "Pirsgirêka dewleta Tirk ji hundir ve ye. Li gorî fikrên aliyên siyasî ku Tirkiyê bi rêve dibe, herêm di bin serweriya wan de ye û divê gelên herêmê alîgirên wê bin. Her wiha xwe wekî wekîl li ser gelên herêmê dihesibîne, bi taybetî li ser gelên ku ji ber êrişên Tirkiyê para xwe ji rûxandin û kuştinê birine."

Resûl diyar kir ku dewleta Tirk dê bi saya berxwedana bêhempa ya HPG`ê, di êrişên xwe yên li dijî Heftenînê de têk biçe. Her wiha dewleta Tirk di dirêjahiya şerê xwe yê bi HPG`ê re tu tecrûbe negirt.

Resûl destnîşan kir ku herêma ku ew şer lê rû dide herêma Başûrê Kurdistanê ye ku xwedî hikumeteke rewa ye. Dewleta navendî ya Iraqê jî li wir e, lê belê tenê helwestên şermok nîşan dide. Hêzên Kurdistanî jî bêdeng in.

Resûl her wiha bi bîr xist ku hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê nikarin li dijî êriş û destdirêjiya li ser gel, biryarekê bidin û got: "PDK`ê ku rêveberiya hikumeta herêmê dike, nikare daxwazên Tirkiyê red bike. Ji ber ku, wekî her kes jî dizane hikumeta herêmê bi Tirkiyê re hevkar e."

Resûl bal kişand ser ku dewleta Tirk ji beriya gelek salan ve êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. PDK`ê heta niha li hemberî van destdirêjiyan helwesteke cidî nîşan nedaye. Her wiha destnîşan kir ku berjewendiya netewî ya Kurdistanê ji berjerwendiyên partiyetî bi nirxtir e. Ev helwest şermok in û bi tu awayî nayên qebûlkirin.

Resûl wiha lê zêde kir: "Partiyên siyasî ji vê yekê berpirsiyar in. Lê belê civak jî gelek beşan pêk tê, ji wan yekitî û kesayetên civakî, komeleyên civakî û olî, rewşenbîr û nivîskar hene, heman berpirsiyarî dikeve ser milên wan jî."

Resûl bi bîr xist ku: "Em nabêjin bile rewşenbîr û ronakbîr çekê rakin, lê çeka wan jî ne kêm e. Divê ew siyasetên Tirkiyê eşkere bikin û li dijî wê helwestên cidî û hişk nîşan bidin. Her wiha divê civakê rakin serhildanê û trajediya gelê Kurdistanî bigihînin cîhanê û saziyên navneteweyî. Ev erka her rewşenbîrekî li hemberî doz û gelê xwe ye."

GELÊ KURD BI HÊVÎ, XEYAL Û ÊŞA XWE HEVGIRTÎ YE

Resûl da zanîn ku yekitiya netewî girîngiyeke stratejîk e û ne tektîkî ye û got: "Ji ber ku mêtîngeran civaka me parçe kir, doza me yek e. Doza gel û welatekî ye. Yekitiya Kurdî heye, lê divê partiyên Kurdî refên xwe bikin yek. Ji ber ku gelê Kurd bi hêvî, xeyal û êşa xwe hevgirtî ye."

Resûl her wiha îşaret pê kir ku hewldanên lidarxistina kongreyeke netewî ya Kurdistanî ji beriya 25 salan ve hene. Ew pêwîstiyeke girîng e ku divê li ser bê lihevkirin û got: "Em behsa yekbûna partiyan nakin, lê divê helwestên wan yek bin, hevkar bin û li ser pîvanên giştî yên gelê Kurd li hemû parçeyan li hev bikin. Em nikarin pîvanên netewî derbas bikin."

Resûl îşaret bi rewşa jihevketinê kir ku dagirker jê sûdê digire û ajande û siyasetên xwe li ser ferz dike û wiha dewam kir: "Qonax nazik û çarenûsî ye. Ji ber ku em li ber qonaxeke nû ya piştî 2023`an û nexşerêyeke siyasî ya nû li herêma Rojhilata Navîn in."

Nivîskar Melevan Resûl wiha pê de çû: "Hemû dewlet hewl didin hebûna xwe bi taybetî li herêmên dagir kirine, mayinde bikin. Ji lewra bi vê jihevketinê em nikarin bandorê li hêzên cîhanî bikin, nexasim ku Şoreşa Rojava li cîhanê bi nav û deng e û Kurd bûne faktorekî girîng ku hesab jê re tên kirin."

Resûl bang li hemû partiyên siyasî û tevgerên şoreşgerî û civakî kir ku kongreyeke netewî ya Kurdistanî li dar bixin û li ser pîvanên netewî li hev bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X-XDqjEoNUE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>