Çalakiya ‘Vejandina rojên berê’ ji nû ve dest pê dike

Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê çalakiyeke civakî ya taybet a jinan organîze kir. Tê de cureyên xwarinê yên gelêrî û rêbazên amadekirina mûnê hatin pêşandan.

Çalakiya ‘Vejandina rojên berê’ ji nû ve dest pê dike
Çalakiya ‘Vejandina rojên berê’ ji nû ve dest pê dike
Çalakiya ‘Vejandina rojên berê’ ji nû ve dest pê dike
Çalakiya ‘Vejandina rojên berê’ ji nû ve dest pê dike
3 îlon, 2020   12:44
ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê di çarçoveya rêzeçalakiyên civakî de ku organîze dike, çalakiya "Vejandina rojên berê" ya ku mehane dihat lidarxistin û ji ber girtina tedbîrên xweparastinê ji vîrusa koronayê rawestîbû, careke din da destpêkirin.

Di çalakiyê de gelek cureyên xwarinê yên gelêrî, rêbazên amadekirina mûnê û hişkkirina sebze û fêkiyan hatin pêşandan.

Endamên komên hunerî yên jinan û endamên tevgerê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de stranên gelêrî ji hêla beşdarên çalakiyê ve hatin pêşkêşkirin.

ANHA