Li Silokê ya dagirkerî teqînekê rû da

Vê sibehê li bajarokê Silokê yê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kiriye, teqînekê rû da û di encamê de birîndar hene.

Li Silokê ya dagirkerî teqînekê rû da
1 îlon, 2020   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, vê sibehê li bajarokê Silokê yê Girê Spî mayînek teqiya û di encamê birîndar û zirarên madî hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di 22’yê Tebaxa borî de, teqîna li bajarokê Silokê yê dagirkirî pêk hatiye, belav kiribû. Ew teqîn li nêzî goristana bajêr di encama motorsîklêteke bombebarkirî de pêk hatibû û gelek birîndar çêbûbûn.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xkPJH0tWfyk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>