Çeteyên Suleyman Şah ji bo çûna Lîbyayê komeke nû li Efrînê ava dikin

Çeteyê bi navê Ebid El-Mûîn Ebû Xalid hewl dide tûgayeke nû bi navê ‘Tûgaya Başûr’ ava bike. Ev tûgay ji çeteyên koma Sultan Suleyman Şah tê avakirin da ku bişînin Lîbyayê.

Çeteyên Suleyman Şah ji bo çûna Lîbyayê komeke nû li Efrînê ava dikin
1 îlon, 2020   12:27
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya fermî ya medyaya civakî belav kir û tê de destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo çûna Lîbyayê tûgayeke nû ava dikin.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara kesên ku tev li vê tûgayê bûne, gihaştiye 150 çeteyî û ew hemû jî ji bejahiya Derayê ne. Her wiha dê çete ji bo parastina nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk biçin Lîbyayê û mehane hezar û 500 dolar wergirin.

Her wiha hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Cîhad ê ji gundê Derwîş ê girêdayî navçeya Raco ku di 11'ê meha borî de revandibû, berdaye. Cîhad ji bo ku were berdan  700 lîreya Tirk daye çeteyan.

Rêxistinê girêdayî heman mijarê diyar kir ku 4 şêniyên gundê Mistikê yê girêdayî navçeya Şiyê, piştî ku ji her yekî hezar û 200 – 2 hezar lîreyên Tirkiyê standin, serbest berdan.  Li gorî rêxistinê navên kesên ku hatine berdan wiha ne; Mihemed Hiso, Ebdo Mihemed, Malşîn Elo û Esed Elo.

ANHA