​​​​​​​Çeteyên Tirkiyê revandina sivîlan kirine pîşeya qezenckirina  pereyan

Çeteyên navê "Polîsên leşkerî" li xwe dikin, li navçeya Cindirêsê 3 sivîl revandin û li beramberî fideyê ew berdan.

​​​​​​​Çeteyên Tirkiyê revandina sivîlan kirine pîşeya qezenckirina  pereyan
30 tebax, 2020   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê re diyar kirin ku çeteyên  "Polîsên Leşkerî" duh zarokê bi navê Nûrî Welîd Cinêd (13) bi tewana ku têkiliyên wî bi YPG'ê re hene revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên bi awayekî hovane êşkence li Nûrî kirin, li beramberî dana 200 hezar lîreyên Sûriyê hatin berdan.

Her wiha diyar kirin ku çeteyên birayê Nûrî, Receb Cinêd û pismamê wî Ehmed Cinêd ên ku li bargehên polîsên leşkerî yên bajarê Efrînê lêdipirsîn, revandin. Çavkaniyan destnîşan kir ku herdu jî hatin êşkencekirin û li beramberî 300 lîreyên Tirkiyî hatin berdan.

ANHA