Rojeva rojnameyên erebî – 29 Tebax

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nakokiyên rûs-amerîkî li Sûriyê, nakokiya ewropî-tirkî û berjewendiyên dewleta Tirk kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 29 Tebax
29 tebax, 2020   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: SÛRIYÊ LI XETA HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ YÊN PÊŞWEXT E

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Bi nêzbûna hilbijartinên Amerîka û amadekariya her blokek siyasî û navenda lêkolînan re, her wiha awarteya her du partiyên Kombarparêz û Demokrat re, herêmên li cîhanê yên tê de Amerîka heye ji ber pêşbirkiya navneteweyî dihejin. Ji ber heybet û navê Amerîka li cîhanê bandorê li rewşa hundirê Amerîkayê jî dike û dibe rêveçûna hilibijartinên serokatî diyar bike.

Di vê hilbijartinan de diyar e qada Sûriyê ya bileztir bandor bûye, bi taybet digel cîrantiya rûsî-amerîkî di gelek herêman de, ji Dêrazorê bigire heta bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

EL-EREB: EWROPA, DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ CEZAYAN DANÎ YAN JÎ JI ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ VEKIŞE

Girêdayî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Berpirsê siyaseta derve ya Neteweyî Yekbûyî (YE) Josep Borrell duh dewleta Tirk ji ihtîmala ferzkirina cezayên li dijî wê hişyar kir. Ew ceza li ser asta aborî ya berfireh e. Ew ceza heke nakokiyên Tirkiyê bi Yewnanistanê re li rojhilatê Deryaya Spî kêm nebûn dê werin ferzkirin. Lê li beramber gefên Ewropayê, Tirkiyê asta nakokiyê bilindtir kir."

EL-BEYAN: NEXŞEYEK JI DEMA SELCÛQIYAN DE PIŞTRAST DIKE KU "XEWNA" ERDOGAN BI "SERWERIYA OSMANÎ" HEYE

Di vî warî de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Parlamenterê berê yê Tirk ê AKP`ê nexşeyek ji "Tirkiya mezin "re ku vedigere dema selcûqiyan û serkeftina wê li dijî împratoriya Bîzansê di şerê"Melazkird" de belav kir. Ew nexşe di salvegera şahiya şerê 26ê Tebaxê de hate pêşandan."

(fr)