Li Helebê jin ji bo piştgiriya berxwendana Heftenînê meşiyan

Jinên li taxên Şêxmeqûsê û Eşrefiyê êrişên dewleta Tirk ên ser Heftenînê şermezar kirin û got, ew ê berxwedana xwe bidomînin heta herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Li Helebê jin ji bo piştgiriya berxwendana Heftenînê meşiyan
28 tebax, 2020   18:56
HELEB

Bi diruşmeya "Bi vîna jinên berxwedêr ên li Heftenînê em ê îxanet û faşîzma Tirkiyê têk bibin", Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tevlêbûna bi sedan jinan meşek li dar xist.

Jinan ku alên Kongreya Star hilda bûn, ji pêşiya hola civînan a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kirin û bê navber diruşmeyê silavkirina berxwedana Heftenînê qîr berz kirin.

Meş di nava kolanên sereke yên taxê geriyan û li çerxerêya Rêbertî ya beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê rawestiya û veguherî mîtîngê.

Mîntîng bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Kongreya Star Valantîna Ebdo bi zimanê Kurdî û Ferînda El-Kirdî bi zimanê Erebî axivîn.

Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heftenînê û sûcên dewleta Tirk yên li dijî jinan hatin şermezarkirin

Kesên axivîn gotin: "Bi vîneke xurt, bi fikrê neteweya demokratîk em ê bi serkevin û li ber xwe bidin heta buhista dawî ya xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin."

ANHA