Şêniyên herêmên dagirkirî neçar dibin ku dev ji nasnameya xwe ya netewî berdin

Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmên Sûriyê yên dagirkirî dewam dikin. Gelek şênî ji ber tirsa li ser jiyana xwe, neçar dibin ku dev ji nasnameya xwe ya netewî berdin. Hinekên din neçar dibin ku mal û milkên xwe bifiroşin çeteyan û ji warê xwe koç bibin.

Şêniyên herêmên dagirkirî neçar dibin ku dev ji nasnameya xwe ya netewî berdin
27 tebax, 2020   02:32
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka destwerdana li Sûriyê û piştgiriya komên çete û terorîst ve, hewl dide ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk bi dagirkirinê têr nabe, lê belê li herêmên dagir kirine siyasetên qirkirina çandî û guhertina demogafî pêk tîne.

Ev siyaset di asteke mezin de li Efrînê û Babê tê meşandin.

Koçberekî ji bajarê Babê yê dagirkirî yê bi navê Mihemed Omer ku niha li Şehbayê dimîne, piştrast kir ku rewşa şêniyn herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de pir xerab e. Şêniyên resen ên wan herêman di jiyana rojane de rewşên ewlehiyê û aboriyê yên zehmet dijîn.

Mihemed Omer dibêje: "Piraniya şêniyên resen ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warê xwe koçber bûn û tenê kesên temenmezin li gundên wan mane."

MILKÊN ŞÊNIYAN DIDIZIN Û SIVÎLÊNN NEÇAR DIKIN KU DEV JI NASNAMEYA XWE  YA NETEWÎ BERDIN

Omer îşaret bi binpêkirin û sûcên wekî revandin, kuştin û dizîna mal û milkên sivîlên herêmên dagirkirî kir û got: "Şênî ji ber tirsa li ser jiyana xwe û jiyana zarokên xwe, neçar dibin ku dev ji nasnameya xwe berdin."

Her wiha destnîşan kir ku hejmareke şêniyên Babê ji ber tirsa li ser jiyaan xwe û dizîna milkên wan ji aliyê çeteyan ve, daxuyaniyek dan û gotin ew ji esilê Turkmen in.

Omer daxuyand ku çete bi fermanên Tirkiyê, di bin gefa kuştinê de şêniyan neçar dikin ku mal û erdên xwe yên çandiniyê bifiroşin, da ku koçber bibin û malbatên çeteyan li şûna wan bên bicihkirin.

Her wiha destnîşan kir ku piraniya şêniyên herêmên dagirkirî neçar man ku hemû milkên xwe bifiroşin û berê xwe bidin welatên Ewropayê. Hinekên din jî di bin gefa kuştinê de şêniyan neçarî koçberiyê dikin.

ENDAMÊN DAIŞ`Ê YÊN BERÊ ÎRO ENDAMÊN ARTÊŞA NIŞTÎMANÎ YA SÛRIYÊ NE

Omer da zanîn ku endamên DAIŞ`ê yên berê îro li diîj şêniyên herêmên dagirkirî sûcan pêk tînin.

Omer got: "Herî zêde sûc li dijî jinan pêk tên. Ji tirsa çeteyên ku navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê li xwe dikin, şênî neçar dimînin ku keçên xwe bi temenekî biçûk (15 saliyê) bizewicînin. "

Omer behsa rewşa ewlehiyê jî kir û got: "Rojane teqîn pêk tên. Her wiha komên çeteyan li ser dabeşkirina milkên hatine dizîn, bi hev dikevin."

BIHABÛN HEYE Û BIKARANÎNA PEREYÊN TIRKIYÊ LI ŞÊNIYAN FERZ DIKIN

Mihemed Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker şêniyan neçar dike ku bi pereyên Tirkiyê bide û bistînin û nasnameyên xwe biguherin. Her wiha gund û bajarokan bi navên Tirkî bi nav dike.

Omer behsa rewşa jiyanî jî kir û got: "Ji ber ferzkirina pereyên Tirkiyê li ser şêniyan û qedexekirina ketina kel û pelan ji herêmê re, bihabûna heye. Li herêmên dagirkirî rebteyê nan digihîne 2 hezar lîreyên Sûriyê û her bermîlekî mazotê bi 150 heta 200 hezar lîreyên Sûriyê ye."

Omer destnîşan kir ku şênî newêrin pereyan bi xwe re rakin ji ber ku çete pereyên wan didizin.

Her wiha bang li rêxistinên navnetewî û NY`yî kir ku destwerdanê bikin û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, rawestînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iEnGNysbF30" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>