SOHR: Çeteyên dewleta Tirk şûnwarên Efrînê yên dîrokî wêran dikin

SOHR’ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk lêkolînkirina li cihên dîrokî yên bajarê Efrînê yê dagirkirî piştî wêrankirin û kolandina cihên şûnwarî û olî, didomînin.

SOHR: Çeteyên dewleta Tirk şûnwarên Efrînê yên dîrokî wêran dikin
26 tebax, 2020   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk lêkolînên xwe yên li cihên dîrokî yên li herêma Efrînê piştî kolandin û wêrankirina şûnwaran û goristanên olî, zêde dikin.

SOHR’ê da zanîn ku çete bi rêya mezinên li herêmê wan cihan pirs dikin. Vê yekê hin caran bi tirsandina mezinan û hin caran jî bi xapandina wan a dayîna hin tiştên ku ji kolandinê derxin, pêk tînin. Ev yek bi hevkariya îstixbarata Tirk pêk tê ku ew jî karên wan hêsan dikin.

SOHR’ê di çend mehên borî de belge kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk xebatên vekolîna şûnwar, kolandin û wêrankirina gorên olî li Efrînê didomînin. Her wiha bê ser û ber girê Erendê yê dîrokî yê li navçeya Şiyê ya li rojavayê Efrînê kolandin û wêran kirin.

Her wiha goristana Şêx Hemîd a li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê jî hat wêrankirin. Şêniyan çeteyên girêdayî dewleta Tirk tawanbar kirin ku bi rêya sîxurên Tirkiyê kiryarên kolandinê yên wêrankirî pêk tînin.