Kongreya Star: Leyla Agirî baweriya heqîqeta şoreşa Kurdistanê bû

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê  diyar kir ku “Di şoreşa Kurdistanê de zanîn pir tişt e, lê bawerî heqîqeta her tiştî ye. Heval Leyla Agirî baweriya heqîqeta şoreşa Kurdistanê bû û em şahidê vê rastiyê ne.”

Kongreya Star: Leyla Agirî baweriya heqîqeta şoreşa Kurdistanê bû
25 tebax, 2020   12:58

Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek li ser şehadeta endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji pêşengên şoreşa Kurdistan û şoreşa jinan Leyla Agirî li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişên hewayî yên dewlata Tirk de gihaştiye şehadetê. Ji bo me jinan wateya şehadeta endama rêveberiya KJK’ê Leyla Agirî wek peyamek e ku wê jin li cîhanê, wek sondeke ku Kurd wê li Rojhilata Navîn azad be.

Ji bo rastiya şehadeta jinên şoreşger bê fêmkirin divê şoreşa jinan a ku wek kulîlka sor di nav şoreşa Kurdistanê de vebû, baş bê zanîn. Jinan çawa xwebûna xwe bi şoreşekê pêk anî û têkoşînek, kedek, kesayetek, hezkirinek, berxwedanek, rihek û hişmendiyek ava kir? Heya ev neyê fêmkirin em wateya şehîdên nemir de fêm nekin, meşa pêşerojê bi serkeftî li pêş nexin.

Meşa hevrê Leyla Agirî jiyan û kesayeta dîroka şoreşa jinan bû. Gotina rêber Apo ya “Jin azad nebe civak azad nabe” meşa Leyla Agirî jî pênase dike. Mêtingeriya yekemîn li Rojhilata Navîn li ser neteweya jin ava bû; girêka qedera gelan bi jina ku li bin mêtingeriya zilaman bû hatibû girêdan.  Çîna yekemîn a bindest li cîhanê jin bû; jiyana mirovahî ya li bin kedxwariyê bû, bi vê hat xistin. Koletiya zayendî li ser jinan hat ferzkirin; jiyan hat kuştin. Ji ber ku ev nakokî ji aliyê şoreş û têkoşînên modernîteya demokratîk ve nehat dîtin û çareserkirina pirsgirekên mirovahî giran bû û gihaşt sedsala 21’an. Li vir ciyawaziya şoreşa Kurdistanê û şoreşa jinê diyar dibe. Rêber Apo, ji îşaret, daxwaz û bi tevlêbûna jinên Kurd ê şoreşê re wekî “şoreşa demokratîk” pênase kir û krîza paradîgmaya sedsala 20’an bi paradîgmaya çareserkirina nakokiya pirsgirêka jinan nû kir. Leyla Agirî şoreş û jiyan bi têkoşîneke paradîgmayî jiyan kir û her tim perspektîfa “Jin azad nebe civak azad nabe” girt dest û avakirina pergala jinê de pêşengtî kir. Em dikarin gotinên rêber Apo  “Mezin jiyankirin, mezin têkoşiyan” ji bo heval Leyla bînin ziman. Şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinan tê pênasekirin bi vê paradîgmaya nû, bi ev kesayeta ku ji agir bûn Leyla û bi şoreşa jinên welatê çiyayî pêk hat. Jinên Kurd di vê dîroka ku bi bedelên giran hate dayîn de bûn artêş, bûn fermandar, bûn rêvebir, bûn partî, bûn jiyana azad, bûn Leyla Agirî ji serî heta dawiyê. Em dizanin ku bedel ji bo me tene tê wateya serfiraziya azadiyê.

Jinên Kurd bi têkoşîna mezin a ku hesabekî dîrokî ji mêtingeriyê xwest, serfiraziya şoreşa jinê pêk anî. Pêkhatina vê şoreşê de kesayeta Leyla Agirî roleke dîrokî bû. Leyla Agirî di qada leşkerî de fermandar bû, artêş bi rê ve dibir. Heval Leyla li qada jineolojiyê bû, îdeolojî afirand. Heval Leyla li qada civak” bû, civaka hevjiyana azad ava kir. Heval Leyla li ku derê be ew der dibû rêxistin, jiyana hevaltî, rastiya têkoşînê. Keda wê, jiyana wê, hişmendiya wê li Bakur, li Başur, li Rojava, li Rojhılat di têkoşîna jinên Kurd de wek bedenek û jinên şoreşger û welatparêz da jiyan dike. Me wê di nav dîroka jinan de dît wek stêrkekê bû. Me ew di nav şoreşa jinê de nas kir wek çiyayan serî natewînin serbilind bû. Me ew di nav heskirina welat, jiyan û hevaltiyê de dît, wek evîna welat bû. Leyla Agirî hogira jinên cîhanê, rêhevalê jinên Kurdistanê bû; me ew qet winda nekir, an ji ew qet neçû derekê; ew wek fikir, raman, rêxistin û kesayet di nav me de rêhavalê jiyanê me ye, bi me re ye. Em kî ne? Em neteweya jinên azad in, em neteweya jinên ku ji agir Leylan e, em netewa jiyana wekhev in; silav ji te re Leyla Agirî ku bi jiyana xwe te em şanaza kirin û kesayeta xwe re û jiyaneke azad xelatî me kir.

Di şoreşa Kurdistanê de zanîn pir tişt e, lê bawerî heqîqeta her tiştî ye. Heval Leyla Agirî baweriya heqîqetên şoreşa Kurdistanê bû, em şahidê vê rastiyê ne.  Em vê şahideyê wek emaneteke biparêzin ku heya Kurdistaneke azad ava bikin; dê ev azadî bi şoreşê jinê nişane be. Li ser vê bingehê em hevrê Leyla Agirî bi bîr tînin û soza xwe ya ku jiyana jina azad û welatekî azad û serbixwe tê bikoşin dubare dikin."