Şaneyên veşartî endamekî hêzên ewlekariyê revandin û gefa serjêkirinê lê xwarin

Şaneyên veşartî, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê gundewarê Dêrazorê revandin û êşkence kirin. Her wiha gef lê xwarin ku heke karê xwe yê di nava hêzên ewlekariyê de bernede dê were serjêkirin.

Şaneyên veşartî endamekî hêzên ewlekariyê revandin û gefa serjêkirinê lê xwarin
22 tebax, 2020   15:58
DÊRAZOR

Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê

Abdullah Ehmed El-Remedan, dema ji navenda Hewayîc a li gundê Sawayê yê rojavayê Dêrazorê vedigeriya, hate revandin.

Çeteyên şaneyê li Abdullah xistin û bi alavên tûj ew êşkence kirine. Her wiha gef lê xwarin ku heke karê xwe di nava Hêzên Ewlekariyê de bernede wê were serjêkirin.

Çeteyan piştî Abdullah êşkence kirin ew avêtin baxçeyekî nêzî mala wî ya li gundê Sawayê.

Bi perspektîfên dewleta Tirk a dagirker şaneyên çeteyên DAIŞ'ê endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef da ku projeya demokratîk a li herêmê têk bibin.

ANHA