Di teqîna li bendeka çeteyan a li Serêkaniyê de kuştî û birîndarên çeteyan hene

Çavkaniyên ragihand ku di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de li benda kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundê Adwaniye gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne.

Di teqîna li bendeka çeteyan a li Serêkaniyê de kuştî û birîndarên çeteyan hene
18 tebax, 2020   11:34
HESEKÊ

Li gel tevliheviya li herêmên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê dagir kirine, îro piştî nîvro erebeyeke bombebarkirî li rojavayê gundewarên Serêkaniyê yê dagirkirî teqiya.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, teqîn li benda kontrolê ya girêdayî çeteyên Firqet 20`an ên alîgirên artêşa Tirk a dagirker a li gundê Adwaniye li rojavayê navçeya Serêkaniyê ya dagirkirî pêk hat.

Çavkaniyan destnîşan kir ku di encama teqînê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî.

Li bajarê Serêkaniyê ji demekê ve gelek teqîn rû didin. Hinek çavkanî îşaret pê dikin ku sedema teqînan nakokiya li ser talankirina milkên sivîlan e. Her wiha komên çeteyên ku fermanên komên din ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi cih nînin, teqînan pêk tînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h0aMUSP_JCg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>