Dadgeha navneteweyî: Destê Sûriye û Hizbullahê di suîqastkirina Herîrî de heye

Dadgeha navneteweyî ya taybet bi Lubnanê da zanîn ku suîqastkirina serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Herîrî sûcekî terorî ye û ji bo hedefên siyasî pêk hat. Her wiha dadgehê piştrast kir ku ji Hizbullah û Sûriyê re suîqastkirina Herîrî sûdewariyek bû, lê tu nîşane li ser berpirsên fermandariyên Hizbullah û Sûriyê di suîqastkirinê de nîn in.

Dadgeha navneteweyî: Destê Sûriye û Hizbullahê di suîqastkirina Herîrî de heye
18 tebax, 2020   12:18
BEYRÛT

Îro, danê nîvro li Laheyê rûniştina darizandinê ya suîqastkirina Herîrî dest pê kir. Her wiha serokê dadgeha taybet bi Lubnanê piştî destpêkirina civînê wiha got: "Suîqastkirina Herîrî sûcekî terorî ye ku ji bo hedefên siyasî pêk hat. Tawanbarên vî sûcî girêdayî Hizbullahê ne. Sûcê suîqastkirinê bi bikaranîna zêdetirî 2.5 ton teqemeniyê pêk hat."

Serokê dadgehê wiha domand: "Beriya Herîrî bê suîqastkirin bi baldarî hat şopandin. Her wiha tawanbarên bi navê Selîm Eyaş, Hesen Mirî û Mistefa Bedredîn torên peywendiyan ji bo suîqastkirina Herîrî bi kar anîn.”

 Her wiha dadgehê keşif kir ku tawanbarên hewl da wî sûcê bixin stûyê kesayetên nenas ku sûc bê nixûmandin.

Dadgehê bal kişand li ser rola her çar endamên Hizbullahê di teqîna xwekujiyê de ku di encamê de Herîrî û 21 kesên dîtir hatin qetilkirin û 226 kes jî birîndar bûn.

Tawanbarî li ser mizintirîn fermandarê leşkerî yê Hizbullahê Mistefa Bedredîn hat rakirin, ji ber ku di 2016’an de li Sûriyê hate kuştin. Lê tawanbarên dîtir bi navên Selîm Eyaş (Ebû Selîm), Esed Sebra û Hesen Inêsî ku navê xwe piştre bi Hesen Îsa guhartiye, her wiha Hesen Hebîb Mirî bi pêkanîna sûc hatin tawanbarkirin.

Dê dadgeha diyarkirina ceza di demeke bê de were lidarxistin. Tê zanîn ku tu cezayên bidarvekirinê di sîstema dadgehên NY’yê de tune ye, lê cezaya herî tund muebed e.

(fr)