Kadroyên tenduristiyê erkên xwe li hemberî nexweşan pêk tînin

Tîmên awarte hewl didin pêşî li belavbûna Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin, ji bo ku di nav şêniyan de belav nebe. Barê mezin ê kadroyên tenduristiyê ye. Ew jî ji kêliya destpêkê ve erkên xwe li hemberî nexweşan pêk tînin.

Kadroyên tenduristiyê erkên xwe li hemberî nexweşan pêk tînin
18 tebax, 2020   08:27
QAMIŞLO-ŞIHAB EL-EHMED

Navenda Tenduristiyê ya Til Hemîsê rojane bi dehan nexweşan pêşwazî dike. Piştî belavbûna Koronavîrusê li  herêmê hejmara nexweşên ku serdana navendê dikin, zêde bû. Ji bo wê kadroyên tenduristiyê yên navçeyê hewl didin pêdiviyên nexweşan bi temamî peyda bikin.

Kadroyên navendê tevahiya girtekên xweparastinê ji pandemiyê digirin, jê bikaranîna maskan, dezenfektekirina destan û pîvangirtina pileya germahiyê yên nexweşan beriya ku derbasî navendê dibin. Her wiha bi rêya kadroyeke pispor nişaneyên nexweşiyê û tedbîrên ku divê bêne girtin, hîn dikin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Navenda Tenuristiyê ya Til Hemîsê Hanî Hemendî got: “Li gel belavbûna Koronavîrusê li herêmê û xemsariya welatiyan, me ji kêliya destpêkê ve dest bi hînkirina şêniyan a rêbazên belavbûna vîrusê û tedbîrên xweparastinê yên ku divê bigirin, kir.”

‘DIVÊ GEL ASTA XETEREYA KORONAVÎRUSÊ BAŞ BIZANE’

Hemendî wiha domand: “Pêwîst e gel pêkanîna tedbîrên xweparastinê bi taybet bikaranîna maskan di cihên giştî û kolanan de bi kar bîne. Her nexweşek wê vê nexweşiyê veguhêzîne malbat, dost û civakê.”

Hemendî bi bîr xist ku heta niha wan li navçeyê tu nexweş belge nekirine. Lê ihtîmal heye ku hinek şênî nexweş bûne û got: “Li hinek gundan li ser şêniyan, nîşaneyên vegirtina vîrusê xuya dibin, mîna bilindbûna pileya germahî û nîşaneyên girêdayî pergalên xwarin û bêhndanê. Lê em nikarin ji wan hemûyan re testa PCR çêkin. Ji ber wê me pêwîstiya karantînaya di malê de li şêniyan destnîşan kir.”

Hemendî di dawiyê de îşaret pê kir ku heger nexweşek biguman hebe yekser bi tîmên rewşên awarte re bi rêya odeyên awarte û xeta telefonê peywendiyên datînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/58Hla3mi47w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>