Balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk li asîmana Kobanê digerin

Piştî topbaranê ku beriya du rojan pêk hatibû, balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk a dagirker li rojavayî bajarê Kobanê digerin.

Balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk li asîmana Kobanê digerin
18 tebax, 2020   08:47
KOBANÊ

Balafirên bêpîlot ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê gundewarên rojavayî Kobanê nexasim bajarokê Şiyux digerin.

Beriya niha bi du rojan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Cerablusê yê dagirkirî gundê Boraz û bajarokê Şiyux topbaran kirin.

Hêzên polîsa leşkerî yên girêdayî Rûsyayê roja yekşemê, cihê topbaranê kontrol kir û bi şêniyên gundên ku rastî topbaranê hatine civiyan.

(şx)

ANHA