Jinên kampa koçberên Girê Spî beşdarî projeya komînal bûn

Bi kedên kesayetî û ruhekî komînal, jinên kampa Girê Spî beşdarî veberhêneriya projeyeke çandiniyê ya komînal bûn, da ku sîstema xwetêrkirinê ava bikin û alîkariya koçberan bikin.

Jinên kampa koçberên Girê Spî beşdarî projeya komînal bûn
18 tebax, 2020   08:01
EYN ÎSA- CÎHAN BÎLGÎN

Koçberên Girê Spî ji bo ku derfetên kar peyda bikin û îsyatîfeke komînal di nava şêniyan de ava bikin, li rûbereke 60 donimî dest bi projeyeke çandiniyê kirin. 30 donim ji bo jinên kampê hate veqetandin da ku li gel şertên koçberiyê bi xwe û bi piştgiriya Kongreya Star karibin pêwîstiyên xwe bikirin.

Projeya çandina sebzeyên havînê li kampa Koçberên Girê Spî di nîvê Nîsana borî de dest pê kir. Jinên koçber roleke girîng di serkeftina vê projeyê de lîstin.

Di projeyê de, gelek cureyên sebzeyan wekî (bacan, firing, xiyar, zebeş, îsot, milûxiyê, nenee) tên çandin.

Jin bi saya vê projeyê mûneya xwe ya zivistanê ji sebzeyên wekî milûxiyê, avabacanan û cureyên tirşo, radikin.

Sebzeyan bi nîvê nirxê wan difiroşin koçberan, anku li gorî derfetên wan ên kirînê. Pereyên firotina sebzeyan jî tên rakirin da ku pê projeyên pêşerojê çêbikin.

Endama Kongreya Star a kampê Rama Baac behsa qonaxên kar kir û got: "Rêveberiya kampê dest bi vê projeya komînal kirin. Wekî Kongreya Star a kampê, me li 30 donimî sebze çandin."

Rama wiha domand: "Bi saya projeyê, derfetên kar ji gelek jinên kampê re hatin peydakirin. Ji bo jinan ev gaveke erênî ye, nexasim li gel vê rewşa jiyanî ya zehmet. Jinan bi rêya vê projeyê karîn dabara xwe û malbatên xwe bikin."

Rama destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê lawazkirina jinan û şikandina vîna wan e, lewra bi hemû rê û rêbazan wan hedef digire. Her wiha ev yek nîşan dide ku rola jinan di civakê de gelekî zêde ye. Projeya baxçeyê li kampê bi saya vîn û îsrara jinan pêk hat.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JLiUh4Lr1mw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>