Yewnanistan: YE'yê lîsteyeke nû ya cezayan li dijî Enqereyê amade dike

Yewnanistan di daxuyaniyekê de got, Tirkiyê berpirsê tekana ya aloziya li rojhilatê deryaya Spî ye û destnîşan kir ku Yekitiya Ewropayê lîsteyeke nû ya cezayan li dijî Enqerayê amade dike.

Yewnanistan: YE'yê lîsteyeke nû ya cezayan li dijî Enqereyê amade dike
14 tebax, 2020   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Yewnanistanê diyar kir ku wezîr Nikos Dendias ji hevpîşeyê xwe yê Amerîkayê Mike Pompeo û hevpîşeyên xwe yên Ewropî piştrast kir ku Tirkiyê berpirsê vê aloziyê ye.

Her wiha îşaret bi vê yekê kir "Derketina yekser a ji xaka Yewnanistanê ji bo me şerteke da ku karibin rewşê aram bikin."

Dendias destnîşan kir ku "Niha lîsteyek nû ya cezayan li dijî Tirkiyê tê amadekirin a ku me ji Yekitiya Ewropayê xwestibû. Ev yek dê mijara nîqaşên me yên bê ya dawiya vê mehê de li Berlînê be..Armanca me ew e ku amûreke amade di destê Yekitiya Ewropa de hebe, dema were xwestin bi kar bîne. Ev amûr karibe Tirkiyê ber bi rêya rewabûn û qanûna navnetewî de bidehfîne."

Her wiha daxuyand ku Yewnanistanhîn jî ji diyalogên bi Tirkiyê re vekirî ye "Lê ne di bin fişar û şantajan."