Leşkerên Tirk li Hewlêrê gule li 2 wesayîtên pêşmergeyan barand

Li gorî Rojnews'ê li ser rêya Gerwî Baran li nêzî gundê Şêx Zadan di dema derbasbûna 2 wesayîtên hêzên pêşmergeyan de, artêşa Tirk herdu wesayît gulebaran kirin.

Leşkerên Tirk li Hewlêrê gule li 2 wesayîtên pêşmergeyan barand
14 tebax, 2020   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, îro li herêma Sîdekan a ser bi Hewlêrê, dema 2 wesayîtên hêzên pêşmergeyan ji baregeha Girê Gurmemik ber bi gundên Alekan û Gureşîn diçûn, li nêzî gundê Şêz Zadan ji aliyê artêşa Tirk ve hatin gulebaran kirin.

Gule li ber wesayîta fermandarê pêşmergeyan ê bi navê Salih Mihemed ket. Bi selametî rizgar bû.

Selih Mihemed bûyer piştrast kir û ragihand ku li ser erka parastina sînor bûn û got;”Ji me re ferman nehatiye ku bersiva ti hêzekî leşkerî bidin.”