Çeteyan kalmêrekî Êzidî qetil kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Şiwêdra yê navçeya Şêrawa ya Efrînê welatiyekî Êzidî qetil kir.

Çeteyan kalmêrekî Êzidî qetil kir
14 tebax, 2020   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Çalakvanên Efrînê (AAN) ragihand ku çeteyên Feyleq El-Şam a girêdayî artêşa Tirk a dagirker duh (Pêncşemê) welatiyê Êzidî Nûrî Cemo Umer Şeref yê 63 salî qetil kir. Hate gotin ku Nûrî Cemo ji ber nedikarî baceya firotina erdê xwe yê çandiniyê bide çeteyan hate qetilkirin.

Çavkaniyan ji gundê Şiwêdara ji AAN'ê re diyar kirin ku 3 çeteyên Feyleq El-Şam duh bi şev saet di 21:00'an de girtin ser mala Nûrî Cemo û bi çekê ew qetil kir.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, Nûrî Cemo beriya niha hatibû revandin û li beramberî dana 8 hezar euro ku malbata wî deyn kiribû hate berdan. Cemo ji bo deynê li ser xwe bide erdê xwe yê çandiniyê firto, lê çeteyan baceya firotina erd jê xwestibû.

ANHA