Şêniyên Efrînê banga girtina dergehên kantona Şehbayê kir

Koçberên ji Efrînê yên li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, bang li aliyên peywendîdar kir ku li kantonê bi temamî qedexeya derketina derve ferz bikin, dergeh û rêyên derbasbûna kantonê bigirin û divê şênî xwe ji Koronavîrusê (Covid-19) biparêzin.

Şêniyên Efrînê banga girtina dergehên kantona Şehbayê kir
14 tebax, 2020   10:28
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM-XANDÎ ELO

Li kantona Şehbayê Koronavîrus zû berbelav dibe û di vê derbarê de Desteya Tenduristiyê ragihand ku 6 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Bi vê hejmarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 144 kes bi vîrusê ketine.

Koçberên ji Efrînê yên li Til Rifetê dimînin, tevî ku Şaneya Aloziyê ya Efrînê li kantona Şehbayê qedexeya derketina derve ragihandiye, lê dîsa jî zêde xwe ji vîrusê naparêzin.

Li navçeyê derdora 16 hezar koçberên ji  Efrînê dimînin, ew li ser 16 komînan hatine belavkirin, têkildarî mijarê ajansê hevdîtin bi çend şêniyan re çêkirin û şêniyan piştrast kir ku vîrus zû berbelav dibe, lewma parastina ji Koronavîrusê girîng e.

Şêniyê bi navê Xelîl Hisên ji koçberên Efrînê ye, diyar kir ku tevî li kantonê qedexe hatiye ragihandin jî lê liv û tevgera şêniyan zêde ye û xwe naparêzin. Hisên bang li şêniyan kir ku her kes li xwe baldar be, dûrî hev bin û di vê qonaxa hesas de ji malên xwe dernekevin.

Li aliyekî din jî Abdurehman Zelxa bang li aliyên peywendîdar kir ku li kantonê bi temamî qedexeya çûn û hatinê ferz bikin, rêyên çûn û hatina ji bajar re bigirin û bi vî awayî pêşî li belavbûna vîrusê bigirin.

Abdurehman Zelxa da zanîn ku welatî bi çavekî biçûk li vê nexweşiyê dimêzînin, lê divê şênî li malên xwe bimînin, dema pêwîstiyên wan hebin derkevin, lepik û maskan bi kar bînin û li paqijiyê xwe û ya derdorê haydar bin.

Şaneya Aloziyê beriya çend rojan civînek li dar xistibû, tê de ji bo Şehbayê qedexeya derketina derve ragihandibû.

Îsal di Adarê de Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê ji bo kantona Şehbayê qedexeya derketina derve ragihandibû tevî ku wê demê li herêmên derdorê û kantonê tu kes bi vîrusê neketibû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_zVty6kv86w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>