Şêx û rûspiyên Şedadê: Em li gel QSD’ê ne

Şêx û rûspiyên Şedadê bi daxuyaniyekê got ku ew xirakirina ewlehî û aramiya herêmê red dikin û hişyarî ji ber tevliheviyê dan, her wiha tekez kirin ku ew destekê didin QSD`ê.

Şêx û rûspiyên Şedadê: Em li gel QSD’ê ne
10 tebax, 2020   12:08
HESEKÊ

Gelek aliyan bi kuştina şêx û rûspiyên herêmê xwest tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin. Piştî QSD`ê û Rêveberiya Xweser di parastina destkeftiyên gel de bi ser ketin, gelek aliyan xwestin aramî û ewlehiya li herêmê xira bikin.

Di vê derbarê de şêxên herêma başûrê Hesekê bi daxuyaniyekê tevlihevî û parçekirina yekitiya gel şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya meclisa navçeya Şedadê ji aliyê rûspiyê eşîra El-Filîta El-Zibêdiye Mihemed Saîd El-Hilû ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bi navê şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên başûrê Hesekê bûyerên ku di demên dawîn de li dijî şêx û rûspiyên Dêrazorê hatin kirin, şermezar kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku hemû eşîr li hemû herêman destekê didin hev da ku çete û şaneyan tune bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew banga hevgirtina di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de dikin, lîstina bi aramî û ewlehiya herêmê red dikin.

Di dawiyê de hate gotin ew ê destekê bidin QSD`ê heta ku çete û şaneyan tune bikin û banga ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fGp14_RIAHM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>