Li Efrînê jinek bi destê hevserê xwe hate kuştin

Jineke efrînî li gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê, bi destê hevserê xwe hate kuştin.

Li Efrînê jinek bi destê hevserê xwe hate kuştin
8 tebax, 2020   18:16
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku kesê bi navê (O.C) li gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê hevsera xwe kuşt.

Çavkaniyan diyar kir ku jina hatiye kuştin ji gundê Badîna ye, lê belê agahiyên der barê nasnameya wê de nehatine eşkerekirin.

(cx)

ANHA