​​​​​​​Tedbîrên Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê

Şaneya Aloziyê ya taybetiya pandemiya Koronavîrusê ya herêma Efrînê, gelek tedbîrên nû bi rasthatina tomarkirina hejmarek ji kesên bi Koronavîrusê ketine re, girtin.

​​​​​​​Tedbîrên Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê
8 tebax, 2020   14:27
ŞEHBA

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 4 kesên din li kantona Şehbayê bi Koronavîrusê ketine, bi wê re jî hejmara kesên ku îro li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê ketine, bû 20 kes.

Der barê wê de, Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê civînek li der xist û tê de gelek tedbîr girtin;

-Ji 09.08.2020’an de bi dema 10 rojan kantona dikeve karantînayê.

-Qedexeya çûn û hatina di navbera navçeyan de.

-Çavdêriya tund li ser dergehan, dîsplînkirina tevgera şêniyan û piştevaniya tîmên tenduristî yên girêdayî Koronavîrusê.

-Rawestandina bazarên pez.

-Dayîna sotemeniyê ji alavên ku li gorî erkê dixebitin re.

Her wiha Şaneya Aloziyê bang li şêniyan kir ku berpisriyar bin, bi komîn û meclisan re hevkar bin, da ku li hember vê pandemiyê bisekinin.

(fr)

ANHA