Firokeyeke bêpîlot avahiyeke Qamişlo bombebaran kir

Firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker avahiyeke çêkirina keblên kehrebeyê ya li bajarê Qamişloyê bombebaran kir, di encamê de sivîlek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Firokeyeke bêpîlot avahiyeke Qamişlo bombebaran kir
Firokeyeke bêpîlot avahiyeke Qamişlo bombebaran kir
Firokeyeke bêpîlot avahiyeke Qamişlo bombebaran kir
Firokeyeke bêpîlot avahiyeke Qamişlo bombebaran kir
Firokeyeke bêpîlot avahiyeke Qamişlo bombebaran kir
Firokeyeke bêpîlot avahiyeke Qamişlo bombebaran kir
6 tebax, 2020   17:45
QAMIŞLO

Nêzî saeta 18:30’an balefireke bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker li avahiyek a li taxa Qenat Siwês a rojhilatê Qamişlo xist. Hat diyarkirin ku avahî ya çêkirina kabloyên kehrebeyê ye û karkerek birîndar bû.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Şêx Zên ku karkerekî avahiyê ye ji ANHA’yê re wiha got: "Firokeyeke bêpîlot nêzî çend saetan li ser avahiyê digerî, piştre avahî bombebaran kir. Di encamê de hevalekî me birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê."

Şêx Zên piştrast kir ku avahî ya sivîlan e e û tê de gelek şênî dixebitin. Şêx Zên sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kir.

(fr)

ANHA