‘Kesên gule li gundewarên Dêrazorê reşandin, nenas in’

Kesekî ku beşdarî meşa li gundê Zibyan bûbû got meşa wan ji bo kifşkirina bûyerên revandinên li gundewarên Dêrazorê bû lê kesên gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn reşandin ne şêniyên herêmê ne û dema şer derket yekser hin ji wan ber bi aliyê din ê çemê Firatê ve çûn.

‘Kesên gule li gundewarên Dêrazorê reşandin, nenas in’
‘Kesên gule li gundewarên Dêrazorê reşandin, nenas in’
‘Kesên gule li gundewarên Dêrazorê reşandin, nenas in’
‘Kesên gule li gundewarên Dêrazorê reşandin, nenas in’
6 tebax, 2020   09:55
DÊRAZORÊ-EHMED MIHMED-DIYAR EHMED

Ji beriya hefteyekê ve li gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazorê ji aliyê kesên nenas ve bûyerên revandin rû didin, lewma sêşema derbasbûyî  şêniyan meşek li dar xist û bang li QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku dawî li van kiryaran bînin û bûyerên rû didin jî eşkere bikin.

Mehmûd Ewad El-Hiwêdî yê ji eşîra Igêdad beşdarî xwepêşandana li gundê Zibyan bûbû. Mehmûd Ewad El-Hiwêdî da zanîn ku wan meşeke aştiyane li dar xist, banga kifşkirina qetilkirina şêxê eşîra Igêdad Metşer El-Hêwil kirin, lê nizanin bi çi awayî meş veguherî meşeke çekdarî û wiha dewam kir: "Tişta ku dizanin komeke ji 25 kesên çekdar tev li meşê bûn û hêzên ewlekariyê û hêzên leşkerî kirin hedef û şer di navbera her du aliyan de derket.”

ꞌKESÊN ÇEKDAR XERÎB IN Û ARMANCA WAN DERXISTINA NAKOKIYAN Eꞌ

Mehmûd Ewad El-Hiwêdî destnîşan kir ku nasnameya vê komê ne diyar e, ji herêmê re xerîb in, armanca wan derxistina nakokiyên di navbera şêniyên herêmê û hêzên leşkerî de ye. Tişta baş ew bû ku hêzên ewlekariyê karî ji vê yekê re bibin bersiv, hin girtin û hin reviyan û ber bi perava din a ava Firatê ve çûn.

QSD XWE JI NÛ VE BI CIH DIKE

Ji vê sibê ve QSD hêzên xwe yên leşkerî li bajarokên aliyê bakurê ava Firatê bi cih dike, anku ji bajarokê Besîra û heta bi sînorê Iraqê yê li bajarokê Baxozê ku ji Adara sala derbasbûyî ve QSD`ê rizgar kirine.

Fermandarekî qadê yê QSD`ê Şoreş Serdar behsa armanca belavbûna hêzên xwe kir û diyar kir ku piştî tevgerên çekdaran ên girêdayî rejîma Sûriyê li herêmê derketin û nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin armanc, wan li herêmê careke din hêzên xwe bi cih kirin. 

Piştî operasyonên leşkerî di nîvê Tîrmeha derbasbûyî de bi dawî bûn, QSD`ê erkdariya parastinê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û niha jî careke din QSD li gundewarên Dêrazorê hêzên xwe bi cih kirin.

(eh)

ANHA