Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê

Komîteya tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a  Dêrazorê, li gundewarê rojhilatê Dêrazorê pêngavek  danasînê ji bo Koronavîrusê dest pê kir.  Pêngav ji gundê Ebû Hemam dest pê kir û dê li tevahî gundewarên rojhilatê Dêrazorê berdewam bike .

Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê
Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê
Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê
Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê
Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê
Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê
Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê
Li rojihlatê Dêrazorê pêngava şopandin û parastina ji Koronavîrusê
5 tebax, 2020   13:32
DÊRAZOR

Sê tîmên tenduristiyê pêngavê didin meşandin. Dê tedbîrên parastina ji Koronavîrusê bişopînin, her wiha tîma yekemîn dê li ser rewşên ku bi guman û çêkirina testên pêwîst bixebite.

Tîma duyemîn dê li ser xizmeta rewşên Koronavîrusê yên qeydkirî bixebite ku wan têxe navenedên karantînayê yan jî karantînaya malê û garantiya tu kes pê re nedin û nestînin. Tîma sêyemîn jî dê li ser dayîna agahiyên pêwîst bixebite. Dê tîm bi rêya panel û belavokan balê bikişîne ser parastina ji vîrûsê. Di heman demê de komîteya tenduristiyê dest bi pêngava dezenfektekirinê ya li mal û dikanan kiriye.

Di heman çarçoveyê de berpisê tîma parastina ji Koronavîrusê Umer Xelef wiha got: "Divê şênî bi me re hevkar bin, li gorî şîret û perspektîfan tev bigerin. Ji belavbûna Koronavîrusê hişyar bin û xwe biparêzin.”