​​​​​​​Li Lubnanê şîn heye û sedema teqînê hê nehatiye zanîn

Meclisa Giştî ya Parastinê ya Lubnanê piştî civîna ku duh li Beyrûtê li dar xist, Beyrût wek “bajarê wêrankirî” ragihand û rewşa awarte du hefteyan îlan kir.

​​​​​​​Li Lubnanê şîn heye û sedema teqînê hê nehatiye zanîn
5 tebax, 2020   09:00
LUBNAN – ZIYAD EBÛ XEZALE

Meclisê komîteya lêpirsîna der barê sedemên karesatê de erkdar kir ku divê encamên lêpirsînê ji aliyê qezayî ve di nava 5 rojan de were şandin û cezayên giran li berpirsan werin ferzkirin.

Roja sêşemê saet di 18:00’an de xebatkar hemû vedigerin malên xwe û hin ji wan piştî ragihandina qedexeya derketinê ji ber zêdebûna hejmara nexweşên Koronavîrusê, li derve ne. Di wê demê de teqîneke mezin li Beyrûtê rû da.

Şahidên li cihê bûyerê ji ANHA`yê re wiha got: "Bi sedan ton ji madeya amonyûmnîtratê hate teqandin di baregehên hesin ên li bendera Beyrûtê de ne, bêyî tu tedbîrên ewlehiyê û li herêmeke ku sivîl tê de dijîn. Heger ne ji rehma Xweda bûya û pêla mezin ji teqînê ber bi aliyê vala ji deryayê ve neçûya dê hilweşandin bi kêmanî nêzî 3 kîlometreyan bûya."

Meclisa Bilind a Parastinê, ragihand ku 2 hezar û 750 ton ji madeya amonyûmnîtratê di bendera Beyrûtê de teqiyan. Ev made sala 2014`an di keştiya Rhosus dema diçû Afrîkayê ji ber xerabûnê keştiyê, li keştîgeha Beyrûtê sekinî. Madeya tê de jî li cihekî guncaw hate depokirin.

Li gorî agahiyan, ji beriya demekê ve û dema depo hate kifşkirin, dîtin ku pêwîstiya wê bi sererastkirinê xilqa derî heye, her wiha ji aliyê kunek di dîwarê başûrê depoyê de hebû û tê re bi hêsanî yek dikare derkeve û derbas bibe. Lewma ji rêveberiya dergeha Beyrûtê hate xwestin ku pasdarekî ji depoyê re peyda bikin û serokekî ji depoyê erkdar bikin û kêmaniyên heyî sererast bikin.

Berpirsyarekî ewlehiyê diyar kir ku teqîn di dema parçîmkirina derî de pêk hat, lewma çirûsk firiyan û di encamê de di depoyê bi xwe de jî agir pê ket, lewma miqdarek amûnyûmnîtratê teqiya. Tê zanîn ku 2 hezar 750 ton wekî hezar û 800 ton madeyên TNT ye.

LÊPIRSÎNEKE NAVNETEWEYÎ

Cigirê berê Mistefa Elûş dema li nexweşxaneyeke Beyrûtê li rewşa birîndaran dinêrî got ev doz pêwîstiya wê bi lêpirsîneke navdewletî heye, ji ber ku li dijî Lubnaniyan sûcekî mezin e û li dijî mirovahiyê jî sûcek e. Divê hesab ji rayedarên Lubnanê yên ji sala 2014`an ve û heta îro were xwestin. Meclisa Bilind biryara avakirina şaneyeke aloziyê da. Şane ji serokatiya cîgira seroka hikumetê û endamtiya wezîrên karên derve, hûndirîn, aborî, tenduristiyê, maliyê û gerînendeyê giştî yê ewlehiya giştî Ebas Îbrahîm û fermandarê artêşê û gerînendeyê giştî yê gumrikê, serokê saziyên ewlehiya dewletê, gerînendeyê giştî yê hêzên ewlehiya hundirîn û cîgirê serokkomar pêk tê.

Komîteya lêpirsînê jî ji wezîrê adaletê, wezîrê parastinê, wezîrê hundirîn, general Îbrahîm, fermandarê artêşê, gerînendeyê giştî yê hêzên ewlehiya hûndirîn û gerînendeyê giştî yê ewlehiya dewletê pêk were.

PIŞTGIRIYA EREBÎ-NAVNETEWEYÎ

Piştî teqîna mezin li Beyrûtê, piştgiriyeke erebî-navneteweyî derket holê. Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê daxuyand ku bi gelê Lubnanê re ne. Her wiha Dîwana Emîr a li Kuwêtê perspektîfên tibî da, da ku alîkariya lezgîn ji Lubnanê re pêşkêş bikin.

(bx-eh)

ANHA