Nebîl Werde: Dagirkeran êrişên xwe zêde kirine, xweparastin mafekî rewa ye

Berdevkê Hêzên Zêrevanên Xabûr diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî mehekê ve êrişên xwe yên li dijî gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê zêde kirine û got "Di çarçoveya parastina gel û xaka xwe de, bersivdana êrişan mafekî rewa ye."

Nebîl Werde: Dagirkeran êrişên xwe zêde kirine, xweparastin mafekî rewa ye
5 tebax, 2020   06:02
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ji beriya zêdetirî mehekê ve rojane gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê topbaran dikin.  Dagirker bi vê yekê lihevkirina agirbestê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di navbera QSD, hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker de binpê dikin.

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê, berdevkê Hêzên Zêrevanên Xabûr ê ji pêkhateya Asûrî Nebîl Werde re ji ANHA'yê re axivî.

‘DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI PÊŞ ÇAVÊ HÊZÊN GARANTOR LIHEVKIRINAN BINPÊ DIKE’

Nebîl Werde destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya zêdetirî mehekê ve rojane gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê topbaran dikin û lihevkirinên girêdayî agirbestê binpê dikin.

Werde da zanîn ku tevî lihevkirina 22’yê Cotmeha sala borî, hêzên dewleta Tirk a dagirker li gorî lihevkirinê tev nagerin û topbarana herêmê berdewam dikin. Werde wiha domand: "Hêzên Rûsyayê garantorên agirbesta li herêmê ne. Lê tevî hebûna wan li navçeya Til Temirê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên sivîlan bi dijwarî topbaran dikin. Rûsya li hemberî vê yekê bêdengiya xwe diparêze."

‘DI TOPBARANÊ DE ÇEKÊN CUR BI CUR TÊN BIKARANÎN’

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên li gundên di bin serweriya wan de û gundên li eniyên şer sûcên dermirovî pêk tînin, malan wêran dikin û dişewitînin, şêniyan neçarî koçberiyê dikin da ku demografiya herêmên dagirkirî biguherînin.

Nebîl Werde îşaret pê kir ku ji bo pêkanîna armancên xwe, dewleta Tirk û çeteyên wê di topbarana gundên sivîlan de çekên cur bi cur bi kar tînin.

Nebîl Werde diyar kir ku ew li gorî lihevkirinên girêdayî agirbestê tev digerin, lê heke topbarana li dijî herêmê zêde bû ew neçar in bersivê bidin.

Berdevkê Hêzên Zêrevanên Xabûr Nebîl Werde di dawiya axaftina xwe de got: "Di çarçoveya parastina gel û xaka xwe de, bersivdana êrişan mafekî rewa ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5pzcSSURqZo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>