​​​​​​​Li Hesekê 5 kes bi Koronavîrusê ketine

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustafa piştrast kir ku îro (yekşemê) li bajarê Hesekê 5 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

​​​​​​​Li Hesekê 5 kes bi Koronavîrusê ketine
2 tebax, 2020   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Mustafa diyar kir ku 4 zilam û jineke din bi (covid-19) ketine û niha di karantînayê û di bin çavdêriyê de ne.

Li gorî daneyên fermî yên herî dawî ya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gihiştiye 30 kesî.

(cx)

ANHA