Wezîrê Derve yê Misrê:Insiyatîfa El-Qahîra çareseriya siyasî li Lîbyayê pêk tîne

Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şukrî, anî ziman ku insiyatîfa Misrê çareseriya siyasî li Lîbyayê pêk tîne.

Wezîrê Derve yê Misrê:Insiyatîfa El-Qahîra çareseriya siyasî li Lîbyayê pêk tîne
1 tebax, 2020   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şukrî bi rêya telefonê bi Sekertêrê Giştî yê NY`yê  Antonio Guterres axivî û diyar kir ku insiyatîfa El-Qahîra, ji bo çareserkirina aloziya li Lîbyayê ye û di nava xwe de derfetên pêkanîna çareseriya siyasî li dewleta cîranê xwe de yê ku ketiye çiraveke tevlevhiyê, dihewîne.

Şukrî destnîşan kir ku insiyatîfa El-Qahîra di çarçoveya rêgez û encamên kongreya Berlînê ya navneteweyî ya Lîbyayê de, kar dike.

Misrê di Hezîrana derasbûyî de, insiyatîfa agirbestê li Lîbyayê ragihand.

Li gorî insiyatîfê, divê hemû hêzên biyanî hemû çeteyan derxin û milîsan jihev bixin û çekên wan radest bikin. Di heman demê de, kar û xebata komîteya leşkerî 5+5 li Cinêvê, were dewamkirin.

(kc)