Çeteyan li Efrînê kalemêrek revand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundewarê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê kalemêrekî 72 salî revand.

Çeteyan li Efrînê kalemêrek revand
25 tîrmeh, 2020   20:09
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên bi navê polîsên leşkerî û çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh şêniyekî Kurd ê bi navê Remedan Elo (Bavê Yasir) yê 72 salî ji gundê Qestelê Xedreya yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê revandin.

Rêxistinê diyar kir ku heya niha çarenûsa Elo ne diyar e.

Ev cara duyemîn e ku çete Remdan Elo derevînin.

ANHA