Rûspiyê êla Muşaheda, li dijî êriş û mudaxeleyên derve banga hevgirtinê kir

Rûspiyê êla Muşaheda ya navçeya Mergeda ya başûrê Hesekê, li hemberî êriş û mudaxleyên derve banga hevgirtinê û parastina destkeftiyan li tevahî êlên Ereban kir.

Rûspiyê êla Muşaheda, li dijî êriş û mudaxeleyên derve banga hevgirtinê kir
19 tîrmeh, 2020   02:30
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Rûspiyê êla Muşeheda Ereb a navçeya Mergeda ya kantona Hesekê Xelîl Hemade planên mêtîngeriya dewletên mezin ên li dijî Sûriyê şermezar kir û got: "Hewl didin li ser hesabê destkeftî û hêviyên gelê Sûriyê hegemoniya xwe, fikirên xwe û baweriyan xwe ferz bikin da ku hebûna xwe li ser erdê îsbat bikin."

Xelîl Hemade li hemberî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê li hemû êl û pêkhateyên herêmê kir û got: "Ev dewlet hewl didin bi hincetên cûda û bi hincetên parastina sivîlan berhemên welatê me talan bikin. Kesên di şerê ku li herêmê rû dide de berdêl didin gel û pêkhate ne.”

Hemade bang li êlên Ereb ên li Dêrazorê û herêmên din ên di bin serweriya milîsên Îranê de kir ku ji komployên derve yên li ser herêmê hişyar bin.

Her wiha, destwerdanên Tirkiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi "Projeyên mêtîngeriyê yên herî qirêj " bi nav kir û wiha domand: "Tirkiye hewl dide dîroka dewleta Osmanî li herêmê dûbare bike. Osmaniyan 400 salan herêmê dagir kiribû, paşketin lê belav kiribû û şerê zanistê dimeşand da ku hebûna xwe dewam bike. Îro jî heman rêbazê dike da ku dîroka pêşiyên xwe vegerîne."

Rûspiyê êla Muşaheda ya navçeya Mergedayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca êrişan ew e ku ewlehî û armaniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Destkeftiyên ku bi keda şehîdên ji hemû pêkhateyên herêmê hatine qezenckirin, têk bibin. Her wiha bi hemû alavan mûzayîka civaka herêmê wêran bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RFVQZeFq9wA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>