ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2020`AN
17 tîrmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêşangeha wêneyan a Yekitiya Jinên Ciwan a li taxa Eşrefiyê ya Helebê dê were şopandin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-MSD' bi navnîşana "Qanûna Qeyser bandora wê li gelê Sûriyê û asoyên çareseriyê" panelê li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şehîd Şahîn Amed û Welat Agirî li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser bang li welatiyan kir ku li hemberî encam û pirsgirêkên "Şerê avê" ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Sûriyê dimeşîne, tedbîrên pêwîst bigirin. Rêveberiyê ji bo rêgirtina li ber kareseteke mezin banga li aliyên têkildarî kir ku erka xwe bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 - Şêniyên Qamişloyê gotin: “Komploya dewleta Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan  şermezariye. Tecrîd parçeyek ji dîroka dewleta Tirk a xwîndar e. Dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê armanc dike ku projeya neteweya demokratîk a gelê Kurd têk bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) gotin: “Tekane rêya xilasiya ji qirkirina gelê Kurd yekîtiye, lewma dewleta Tirk bi fikar e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamosteyên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navdewletî li hember sûcên hikumeta Îranê yên li dijî Kurdan, şermezar kirin.  Di vê dawiyê de hikumeta Îranê bi tewana fêrkirina zimanê dayîkê, cezayê girtinê li mamoste Zara Mihemedî birî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an li ser felsefeya neteweya demokratîk ava bûye. Gelo ev felsefe çi ye û stûnên wê çi ne? Pergala ku li ser wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye çi ye û heta kîjan radeyê bi pêş ketiye? (BI WÊNE Û DÎMEN).

 ANHA