ÎHH û armancên wê yên veşartî

Di demên dawîn de rêxistineke bi navê Weqfa Alîkariyên Mirovî ÎHH kete dewreyê û pere ji jinên DAIŞ`î yên li kampa Holê re dişandin. ÎHH xwe wek rêxistineke nehikumî destnîşan dike, Lê belê li gelek dewletan ji bo berjewendiyên dewleta Tirk û Erdogan dixebite û destekê dide çeteyên dewleta Tirk.

ÎHH û armancên wê yên veşartî
17 tîrmeh, 2020   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Kiryarên ku Weqfa Alîkariyên Mirovî ÎHH li hundirê Sûriyê pê radibe, tersî armanca wê ye ku pê hatiye avakirin û ji raya giştî ya cîhanê û navneteweyî re dide xuya kirin.

Navendên ÎHH’yê li nêzî sînorê Sûriyê wekî Bab El-Hewa, Bab El-Selam, Cebel Tirkmen ên li Sûriyê hene û ev hemû jî dikevin nava herêmên ku niha dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine û ji bo derbaskirina çeteyên DAIŞ`ê ji xaka Sûriyê re nuqteyên sereke ne.

Rêxistina ÎHH`yê ragihand ku ew alîkariyên tibî û dermanan ji vê herêmê re pêşkêş dikin û ev jî isbata têkiliyên wê bi komên terorîst re dike, di serî de bi çeteyên DAIŞ`ê yên  ku ew herêm di demên berê de serwer dikirin.

Rêxistinê ji bo kiryarên xwe wekî gelek rêxistinên Tirkiyê û saziyên wê veşêre, ola îslamê ji xwe re kiriye mask, ji ber endama Platforma Mirovî ya Cîhanî ye, her wiha endama Meclisa Şêwirmendiyê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî ye jî.

Piştî AKP`ê hat ser hikum û Erdogan jî 2003`yan bi erka serokwezîriyê girt, hemû saziyên xizmetguzariyê, civakî, aborî, çapemeniyê bi partiya xwe ve girê dan û xwe wek çavdêrê van saziyan nîşan da û heke guhartin di Tirkiyê de jî çêbe divê li gorî biryarên partiya wî û ajandeyên partiyê be.

AKP`ê ÎHH bi biryara Meclisa Wezîran a Tirkiyê û bi hejmara 2011/1799 ku di 4’ê Nîsana 2011`an de hatiye ragihandin, rêxistin ji bacên Tirkiyê efû kir û ev jî îsbateke din e ku ev rêxistin girêdayî Erdogan û partiya wî ye.

Çavkaniyên ewlehiyê da zanîn ku li gorî lêpirsînên der barê pereyên ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê re tên, diyar bû ku ev pere rasterast bi rêya vê rêxistinê hatine û ji bo revandina jinên bi eslê xwe biyanî ne, tê bikaranîn.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku armanc ji revandina jinên biyanî ew e ku wan wek belgeyekê li dijî dewletên Ewropayê bidin şixulandin, li gel vê yekê xwe li Tirkiyê bi rêxistin dikin û paşê ji bo li dewletên Ewropayê planên terorîstane pêk bînin, derbasî Ewropayê dibin.

Xala ku destekê dide van daxuyaniyan weşandina Ajansa Anadolu ya girêdayî hikumeta Tirkiyê ye ku di nûçeya xwe de gotiye îstixbarata wan çeteyeke ji Moldovayê û çar zarokên wê revandine û derbasî Tirkiyê kirine.